Bi xêra Ocalan bêrîk û zik têr dibe

Ev çend meh in zêde deng ji lotikvanên BDP dernediket. Sisto misto bûbûn û wek mirîşkên tî berê xwe bi ezmên vedikirin. Hem başqan Ocalan ji „şeqşeqçîtîya“ wan xilas bûbû, hem jî em ji lotikên wan yên paşûpê westîyabûn. Kêfa me dihat, me digo de wê hew biçin meclîsê û hew li def û zirnê xin, hew çîrok û çîvanokên berê bêjin.

Birastî jî dema neçûbûn meclîsê hinekî germik û nemik bûbûn. Êêêêê, ma hirçên birçî karin bilîzin canim, na! Meaşê meclîsê ji ser wan qut bûbû, heta neçûbana meclîsê û sûnd nexwarina, meaş nedistendin. Meaşê wan jî ne hindik bû haaaaa, 11.000 (11 hezar lîre), ango mehê 5-6 hezar euro! Ma vê heyamê ev pere bi destê kê dikevin qardaşim?

Îcar lotikvanên BDP digotin „Xelkê me dixwest em vegerin meclîsê“ filan û fîstan.

Xelkê we dixwest ha?

Xelkê we dixwest, yan pere ji ser we qut bûn?

Mala wan neava heke çûna we ne ji bo 11 hezar meaşê meclîsê bû loooooo, hûn kê dixapînin cîgeriimmmmm!

Erê lo, heta berî ketina meclîsê jî lotikvanên BDP zêde behsa başqan Ocalan nedikirin.

Çima nedikirin?

Ji ber ku meaş tunebû, bêrîk vala bûbû û têlên dengê wan zingar girtibûn. Lê piştî polîpoşman vegeriyan meclîsê û ew sûnda qerase xwarin, devê xezîna dewletê ji wan re vebû û wê ji 15ê mehê û pêde meaşê 7 mehan li ser hev bistînin. Yanî 77 hezar lîre. Nêzîkî 30-40 hezar euro!

Piştî vegera meclîsê, Serokê BDP Selahattîn Demîrtaş dest bi lotikên berê kir û li heman def û zirnê xist, dest bi heman strana „ewha hat û ewha çû, delîlo delîlo seyranê“ kir û berê çareserîyê dîsa da Îmralîyê. Seloyê me dibêje ku „heta sayin Ocalan li Îmralîyê girtî be aştî çênabe“ û dide lotikan.

Ê başe cîgerim, çareserî û mixattab Îmralî be, naxwe çi îş û karê we li meclîsê heye, çima hûn vegeriyan bin konê Atavirqo ha? Madem hûn bi xwe ne bawer in û nikarin siyasetek serbixwe bimeşînin, we li kuçe û kolanên Amedê ji xwe re „pakêtên Marlboro“ bifrota ne çêtir bû?

Ê helbet canim, bi saya serê Ocalan mehê 11 hezar lîre dikeve bêrîka we cîgerim, ma tiştekî belaş heye? Hûn kesên ku qîmetê pîvazek xerabe bi Kurd, Kurdî û Kurdistanê nadin, çima hûnê girava Îmralî nekin dergeh û ziyaret babam? Çimkî bêrîkê germ dike, zik têr dike.

Welleh û billeh, bi telaq, mehê 11 hezar lîre têkevin bêrîka min, ezê ji we zêdetir berê xwe bidim Îmralîyê wî.  Kuro rastî xweş e ha, ma ez rabim derewan bikim yaw!

Stenbol

About The Author