Madê min çû hemsiyan

Nizanim ji ku derket, madê min çû masiyan.  
Min ji ber çila xwe nekir der. Ez rabûm ser xwe, min xwe xweş û baş girêda û min xwe li derve qewimand. Ji ber ku çilapekên baranê dihatin, min xwe xweş û baş girêda, yan na ez karîbûm şilfîtazî jî derketibama…
Ji masiyan jî, “Hemsî” 

 
Li Stenbolê jî divê tu masiyan ji sûka masîvanan bikirî. Ez jî wisa dikim û tim diherim ji Qerekoya Stenbolê li qiraxa behrê li wê sûkê masiyên xwe dikirim. Her çiqas ji bo şîvekê piçekî bi zahmet be jî, hêja ye. Û bi Xwedê erzan û belaş e jî. Êdî hingî em goştê mirîşkan dixwin, hindik maye em hêk bikin. Ji xwe goştê pez û dewêr nayê kirîn; ên erzan jî tu nizanî ka goştê çî ye…

Kuro! Divê tu tahm û ekla devê xwe zanibî. Ya rast, divê mirov tahm û ekla tiştekî xwe yî din jî zanibe, lê naxwazim mijarê ji hev tîştîşî bikim. Lewre berhevkirina wan tîroşan zor û zahmet e. Bila ew bimîne ji mijareke din re…

Ji Çaxleyanê ketim trimbêlê û min berê xwe da Texsîmê. Fikra min ew e ku ji Texsîmê hêdî hêdî xwe bavêm ser teqleyan û ber bi Qerekoyê ve xwe bigindirînim. Ez tima meşa kolana Îstiklalê dikim. Min di hişê xwe de got, “Ma hey ez ê herim Qerekoyê, balo çavên xwe jî biçêrînim, bila ji çîp tenik û dirêj, qûnên zepitî û pêsîrên gilover bêpar nemînin…”
Erê bi xwedê bi vê eşqê li Texsîmê peya bûm û min xwe bera kolanê da.

Ya Rebî ya star!
Te yê sond bixwara ku hemû jinên agirpêketî û bi şehwet ji bo min hayê hev ji hev çêkiribûn û bi xweşikbûn, bedewbûn û seksîbûnê bi hev re ketibûn qayîşê (pêşbaziyê). Heta min xwe gihand ber deriyê lîseya Galatasarayê ez û deh kes li bin guhê hev ketin. Çav di serê min de zîzomîzo, yê pêşiya min mîna zirnazîqê daket û rabû…

Nahlet li çavê şeytên bê! Ji xwe ne ji şeytên be, ew çermikê mirov di bîra mirov de nayê. Lewma jî, divê ji nuha şûn de ez bi tîpa mezin dest bi navê vî camêrî bikim. Yanî ne “şeytan”, “Şeytan” binivîsim.


Dema ez giham texma avahiya NÇMê ya borî, kizînî ji hundurê min hat. Ez çûm rabirdûya xwe. Ez çûm xortanî û ciwaniya xwe. Hest û hîsên min tev rabûn. Xemginiyeke tevî bişirîn girt ser rûyê min. Ya rast, hîn jî têra xwe xort im, lê tu bibê nebê nabe wek wê xortaniya ku qal dikim.
Çima min qal kir? Ez vê jî ji we re rave bikim.
Ev avahî ji bo xort û ciwanên kurd ên nû dihatin Stenbolê bûbû wek sembolekê. Kesên ku ji derveyî Stenbolê dihatin, heke piçekî ruhê kurdewarî jî pê re hebûya, heta xwe bi wir nekirana-xwe negihandana wir, kurmê wan nedişkest. Ev avahî ji bo her kurdekî kurdîhez, ji bo her kurdekî ciwan û nûgihiştî bûbû ciyê derbûna hestên netewî, bûbû ciyê xwe kurd hîskirinê. Bi kurtî û kurmancî, ev avahî ji bo kurdan bûbû kabe. (Her çiqas li kaba me ji kurdî bêtir bi tirkî dihat axaftin jî, bêhna hestên kurdî jê difûriya.)
Em neteweke belengaz in. Bi salan di bin darê zordariyê de me xwe wenda kir. Bi salan di nav ava nizaniyê de me avjenî kir. Bi ziman, çand, huner û wêjeya tirkî me xwe perwerde kir an jî em hatin perwerdekirin û roj hat bi mejî û hestên xwe yên kurmî, gemarî û şolî me xwe li ser serê hev qure kir, xwe nepixand. Dema em diçûn li saziyên xwe jî rûdiniştin, bi zimanê dagirkeran me peyvik û hevokên xemilî bi hev didirûtin û me radixist pêş çavên hev. Bi wan kiryarên xwe, me mezinbûn, pêşketîbûn û nûjentiya xwe bi hev dida qebûlkirin. Ji xwe tenê me qûna hev radikir. Ji xeynî me kesî nizanîbû em hene yan tune ne.
Hem em ji xwe dûr diketin, hem jî me dikir û nedikir em nedigihan wan hevalên xwe yên ku me dixwest em bişibin wan. Heke îroj zimanê me tahmsarkî bûbe jî, ji ber wan sedeman e. Û bi vê mijarê ve girêdayî dixwazim vê jî bibêjim. Gelek kesên ku di van saziyan de dixebitîn, bi bê kesayetiya xwe ji xwe re kesayeteke kurdewar çêkirin û bi wê kesayeta çêkirî bi salan xwe li ser serê kurdên pak û dilsoz nepixandin, qure kirin û hest û dilsoziya wan ji bo berjewendiyên xwe yên şexsî, qirêj û kirêt bi kar anîn. Ên hîn jî bi kar tînin hene…
 
Axir,
Beyoglu-Texsîm paytexta çand-huner û wêjeya navnetewî ye. Lewma jî ew avahiya ku ji bo kurdan bûbû wek sembolekê, divê tu carî nehatiba valakirin. Nizanim sedema valakirina wir çî ye, lê heke sedem aborî be, bi hezaran karsazên kurd hene û gelek ji wan jî ewqasî dewlemend in, ewqasî dewlemend in, bi xwe re nabînin pereyên xwe bijmêrin. Divê van camêran nehiştibana. (Ew avahî hîn jî vala ye)
Weleh bi serê we dikim, heke perê min hebûya, min ê qet nehiştiba ew avahî ji dest kurdan derkeve. Ez rebenê Xwedê, zikekî têr, yek birçî bi vir de û wê de zîz dibim, da ku debara xwe bikim û stu xwe li ber kesî xwar nekim. 

Erê bi Xwedê, Min xwe bera Qerekoyê da…
Dema ez li ber deriyê kerxaneyê re derbas bûm, min dît ku gelek xortên nûgihiştî ji bo kurmê xwe bişkînin ketine dorê. Min silavek da wan û derbasbûm.

Sûka masiyan têra xwe qerebalix bû. Ji sermê û baranê gelekên wek min dabûn pey daxwaza zikê xwe û ji bo şîvê biryara masiyan dabûn.
Ez zû bi zû nakirim. Ji serî dest pê dikim heta dawiyê. Çar-pênç lotikan didim xwe. Di ber hemû masîfiroşan re derbas dibim. Bala xwe baş didimê, yên kal û pîr û zengopiv ji ku bikirin, ez jî diherim ji wir dikirim. Min çivek dudu da xwe, ez dîsa paş ve vegeriyam hatim serî. Min bala xwe dayê ku çar-pênç kes li ser serê masîfiroş civiyane û dikirin. Min got bi şerefa Fata Qûnreş ji vir çêtir tune û min masî, bibore hemsiyên xwe ji wir kirîn.
Çawa hatibûm wisa jî paş ve û dîsa bi lingên xwe vegeriyam. Daketin rehet e, lê dereketina wî kaşê Qerekoyê dijwar e. Nahlet li wî kaşê Qerekoyê bê!.
Xwedê kirî yên ji bo xwenermkirinê tên kerxaneyê ji jor de xwe berdidin, an na bi serê min û we, heke ne wisa bûya, wê tu carî nikaribin li cahnîkê xwe siwarên û bidin çargavan…  

 

About The Author