Ne Kurdistan lê Îslamîstan

Di van demên dawiyê de, pir kes bi navê ”dindarlar” ango oldar, derketine qada medyayê û behsa mafê Kurdan dikin ku ango mafê wan rewa ye û divê ew jî bigîjin mafê xwe. Ev xebereke xweş e.

Bi vê yekê, rûdanên di salên 60 û 70yî de tên bîra mirov ku di wan deman de jî çepên Tirkiyê, komunîstên Tirk û Ereb Faris digotin Kurdan: ”Niha deng mekin. Mafê Kurdan heq e, piştî şoreşa komunîstiyê, wê Kurd bigîjin hemû mafên xwe.”

Dema em li mêjû dinêrin, piştî dewra Seadetê, ji serî ve Ereban, piştre Tirk û Farisan, her yek ji wan Ola Îslamê ji xwe re kiriye şûr û pê serê Kurdan jê kiriye.

Dîsa em gava li mêjû dinêrin, ne tarîxeke dûr jî, desthelatiya çep/sosyalîst a Ereban wisa Kurd kuştine ku mirov  êdî nikare bijmêre. Ji kuştina Kurdan zêdetir, xwezaya Kurdistanê jî şewitandine, sewal û ruhberên di vê xwezayê de jî hatine şewitandin.

Yanî bi gotineke din: Jiyana Kurdan di xeterê de ye, dema jiyana mirov di xeterê de be, hingê mirov nikare bisêwire. Dema mirov nesêwire, mirov nikare pêşiya xwe jî bibîne û pêşeroja xwe jî nikare sererast bike.

Ez wek Kurdekî bawermend pêşniyar dikim: NE  KURDISTAN  BE,  LÊ BILA  ÎSLAMISTAN  BE.

De werin, em ehlê îslamê hemû, werin em van 57 dewletên bisilman, wek Yekîtiya Ewrûpayê bigehînin hevûdu, sînor û pasaport ji nava xwe rakin û tenê em bajarekî ku bête pejirandin ji xwe re bikin paytext. Hingê bila hemû neteweyên Îslamê bi wê paytextê ve bêtin girêdan. Hingê ez nabêjim ku ez Kurd im, tu nebêje ku tu Tirk î, yên din bila nebêjin ku ew Ereb û Faris in.  Wê demê ev gelşa nijadî ya di nav cîhana Îslamî de, bi derbekê ji holê radibe.

Gelo wê Tirkên bawermend, vê yekê qebûl bikin?
Gelo wê Erebên ehlulîman vê pêşniyarê qebûl bikin?
Gelo wê Farisên oldar, vê pêşniyarê qebûl bikin?

Baş e, gelî Kurdên bawermend!
Gelî Kurdên ehlê îmanê!
Ez hêvîdar im ku hûn vê pêşniyara min ji birayên xwe yên oldarên Tirk û Ereb û Faris re bibêjin.
Piştre guhên xwe bidin wan, ka wê çi bêjin.

Hingê hûnê bibînin ku wê çi bersiveke vajiyê oldartiyê bidin we.
Bêguman, zilamekî Erebê dîndar, du selik xurmeyên xwe bi deh hezar Kurdên bawermend nade.
Oldarekî Tirk bizinek xwe bi sed hezar Kurdên bisilman nade.
Sofiyekî Faris, hêstirek xwe bi milyonek Kurdên ehlê îman nade.

Di van waran de pir tesbîtên min hene. Eger dem were, ezê hemuyan binivîsim.

Ew zimanê ku Xwedê daye min, ew zimanê ku Xwedê gotiye ki ayetek min e, gava ez pê dipeyivîm, qeymeqamê Batmanê yê çep û qomunîstê tûj (Hayrullah Yildiz), gote min: ”Eşşekçe konuşma!” (Bi zimanê keran nepeyive).
Zeynelabidin Zinar
Nivîskar/lêkolîner
Pencinar.z@gmail.com

Rojeva Kurd

About The Author