Li ser bextê sîxurên me yên di nava hikûmeta Bexdayê û hikûmeta herêma Kurdistanê be, dibêjin wextê serokwezîrtîka kek
Nêçîrvan Barzanî hatiye û Kurd bi çar çavan li benda serokwezîrtîya wî ne. Dibêjin wê di 15.11.2011an de hikûmeta Kurdistanê dest biguhere û kekê me Nêçîrvan Barzanî serokwezîrtîyê ji kek Berhem Salih bistîne.#
Li gora sîxurên me dibêjin, Kurd li benda serokwezîrtîya Nêçîr in û bêrîya serokwezîrtîya wî kirine.
Ê helbet canim, ma wê Kurd serokwezîrekî wek kek Nêçîrvan ciwan, lihevhatî, seksî û bi bejn û bal ji ku peyda bikin kaka? De li temamê dewletên dinyayê bigerin, heke we serokwezîrek wek kek Nêçîrvan lihevhatî û babaegît dît, ezê simbêlên xwe kur bikim. Serokwezîrên xelkê yan kalemêr in û tirr di wan de nemaye, yan hacûc û qamkinik in, yan keçel û gurî ne, yan pozmezin û guhbel in. Lê yê me qisûr misûr tune şikir ji xwedê re.
Axir, em wek eşîreta Lotikxanê ji niha ve serokwezîrtîya kekê xwe Nêçîrvan pîroz dikin û emê ne bi çar çavan, lê bi 14 çavan li benda wê rojê bin ellawekîl…
Hewlêr
Zêdetir
Em jî heman tiştî dibêjin, lê kes bi ya me nake kaka
Go ga ket kêr lê pir dibin
Şahê Îranê lotikek avêt û bang li Îranîyan kir