Ew jî çû, aqûbet li Beşarko be rebbî!

Ez bawerim di dîroka mirovatîyê de du serokên dewletan di qulik û kanalan de hatine girtin. Yek jê Saddam Hisên (rehma xwedê ne lê be) û yê din jî xalê me Qeddafî (rehma xwedê lê be) ye.

Belê, ev dinya gewrik ji xalê me Qeddafî re jî nema. Dijberên wî ew di kanalekê de girtin, fîşekek bera serê wî dan û berê wî dan axretê.

Nizanim ne xalê me Qeddafî çûye bihuştê yan cehnemê, lê ciwamêro pirê caran behsa Kurd û serxwebûna Kurdistanê dikir û hetta di warê aborî de alîkarîya hinek rêxistin û partîyên Kurd jî kiribû.  Ê helbet gava pirsgirêkek wek pirsgirêka Kurd di nav sînorê meriv de tunebe, meriv bi rehetî kare behsa Kurd û serxwebûna Kurdistanê bike. Heke parçeyek axa Kurdistanê di nav sînorê Lîbya de hebûya û Kurdên Lîbyayê doza azadî û serxwebûnê bikirana, ez meraq dikim wê wî çaxî xalê me Qeddafî çi bigota? Wê mafê Kurdan bida wan yan na?

Werhasilî kelam, Saddam Hisên li Iraqê di qulikek binê edê de hat girtin, xalê me Qeddafî jî li bajarê xwe di kanalek avê de hat girtin. Xuyaye qedera herduwan jî wek hev hatibû nivîsandin.

De oxira te jî oxira Filîtê Quto be xalê Qedafî!

Rebbê alemê li axretê 40 horîyên 18-19-20 salî bike nobedar û dergevanê te (wek wan 40 parêzerên te ha) û aqûbet li Beşar Esed be rebbî…

Lîbya

About The Author