Fîşek neman, ETA got: “Êdî bes e!”

Piştî şerê 43 salî ji bo serxwebûna welatê BASK ê, rêxistina ETA destmala spî hilda hewayê û got: “Êdî bes e baba, tirr di me de neman û em çek datînin.”

ETA û Îspanya tam 43 sal in şerê hev dikin û wek mişk û pisîkê didan dû hev. Di şerê 43 salan de 829 kes hatine kujtin û kesî zora kesî nebiriye.

Şerê 43 salan û kujtina 829 kesan kuro!?

Kuro law ma ev jî şer e babam? Şerê ku 43 salan dom bike û tenê 829 kes bên kujtin.

Wey ez di nava wilo  şerê serxwebûnê de bimîzim erê welle û hew!  Ma law şerê ku bi hezaran kes tê de neyên kujtin, şer e?
Werhasilî kelam, fîşekên ETA neman û keleşkofên xwe yên bê fîşek danîn alîyekî, dev ji şerê çekdarî berdan.

Gelo wê aqûbeta ETA bê serê PKK jî yan na, we go çi?

Îspanya

About The Author