Xetîra Azadiyê

Mişel e, herdem li bîre

Herkîn û sûlav û tîr e

Rewşenbîr û hem jîr e

Pêt û alaf û xetîr e

 

Xwezyarin bi dilê te

Kanî ji vî rengê te

çendî bêjim li ser te

Ndim te,mafê te

 

Bi hezaran dost û yar

Mişel e, gotin û kiryar

Nepejirand rêya xwar

Xwedî soz û biryar

 

Gel darbesta te hilanî

Ji rojê pejna nûranî

Nemir û pakrewanî

Li buhişta yezdanî

 

Dinerim li wêneyê te

Geşbîne ew rûyê te

Digirnijin lêvên te

Nifşê nû, paşeroja te

 

Ji lêvan bêje û silogan

Natirse ji fortan

Doz ajot bê westan

wêreke li meydan

 

Li her çapemenî, û tê vî

Mişel e, bûye rêwî

Zêndî ye, her doza wî

Perwer e, ew nevî

 

Nabin xemgîn û kovan

Hêjayê awaz û stran

Rist û helbest û pexşan

Kurte jiyan û roman

About The Author