Esrarkêş û cilêtçîyên Amedê kêf kir!

Li Amedê şaredarîya Kayapinar ê, lûnaparkek mezin bi navê MEDLAND  tê avakirin. Ne tenê lûnapark, navenda perwerdeya trafîkê, salonên basketbol, voleybol û hawizê avê jî tê de hebin. Xuyaye projeyek mezin e û wê Amedî bi vê lotikê kêfa li ser kêfê bikin.

Xwedîyê „Şîrketa Onbînler“ Tûncay Tûnç ji ajansa AA re behsa vê projeyê kiriye û daye lotikan. Li gora Tûncay Tûnç dibêje, wê navê wê „Navenda Medland a Kêfê“ be. MEDLAND, ango welatê Medan.

Li gora sîxurên me ji Amedê radigihînin, dibêjin herî zêde kêfa esrarkêş, pêxwas û cilêtçîyên Amedê ji vê lotikê re hatiye. Ajan û sîxurên me dibêjin „Êdî wê esrarkêş, pêxwas û cilêtçîyên ku li kuçe û kolanên tengo mengo cirît davêtin xwe li MEDLAND ê bigrin, ji wan kolanên teng azad bibin, esrara xwe li MEDLAND ê bikşînin, cilêtên xwe li MEDLAND ê bavêjin bêrîkên xelkê û li MEDLAND ê bela xwe di xelkê bidin“ û dûdirêj dikin.

MEDLAND li ser 100 dolim erd tê avakirin, wê 5 hezar kes karibin lê bigerin û wê ji alî parêzer û dergevanên perwerdekirî ve bê paraztin.

Werhasilî kelam, MEDLAND li Amedîyan pîroz û bimbarek be. Aqûbet li serê Mêrdînîyan re rebbî…

Amed

About The Author