Hêvîya me maye makzagona Kasimpaşalî Receb!

Serokê PSK xalê me Mesûd Tek, hevpeyvînek daye rojnama Tirk “Star” ê û çend lotik avêtine.

Xalê me Mesûd Tek, gotiye ku “Heke makzagon bê guhertin û derfêt çêbibin ku em karibin dîtinên xwe bi azadî bînin zimên, em dixwazin alîkarîya pêvajoyê bikin û vegerin Tirkiyê” filan û bêvan.

Xalê me Tek, gotiye ku ew ji makzagona nuh bi hêvî ye û ne tenê ew, lê wê wek partî karibin berê xwe bidin welêt û di rewşek azad de siyasetê bikin, bêyî ku serî li metodên terorê xin, lotikên siyasî bavêjin.

Mesûdê me gotiye ku ew ji mecbûrî ketine nav xebata îllegal û nehînî û heke derfet bê dan em bi navê PSK xebata xwe bikin, em sanîye û deqîqeyekê jî li mihacirîyê namînin, emê buxçik û xurcikên xwe bavêjin ser pişta kerên xwe û vegerin Tirkiyê.

Xalê me Tek, gotiye ku „Li Ewrûpayê bi hezaran mihacirên Kurd hene û em tev li benda guhertina makzagonê ne, heke makzagonek maqûl û ademî bê çêkirin, wê temamê hunermend û siyasetmedarên Kurd vegerin û ji vê kezebreşîya mihacirîyê azad bibin ellawekîl“ û pê de çûye.

Ez serê we neêşînim, xalê em Kemal Bûrkay vegeriya ma dora xalê me Mesûd Tek û PSK. 

Bi xêr û selamet, heke makzagona „Made in Kasimpaşalî Receb“ çêbibe û Kurd karibin bi navên xwe partîyên xwe damezrînin, emê jî wek Partî Demokratî Lotikxane li ker û dehşikên xwe siwarên, bi def û zirne berê xwe bidin bakurê Kurdistanê.

De haydê Receb haydê!

Vê bêxwedîka makzagonê derxîne û Kurdên penaber ji vê rezîltîyê azad bike cîgeriiiimmmm…

Almanya

About The Author