HİNGİV Û MÊŞVANÎ

 Xwendevanên hêja..

Me berî niha li ser mîneral, vîtamîn, kêrhatî û faydeyên hingiv hûn agehdar kiribûn. Niha jî emê we li ser amûr, cûreyên mêş, hingiv û mêşvanîyê agahdar bikin. Hêvîdarin wê bi dilê we be.

Celebên hingivan

Hingivê zeyîyan (spî)

              Maqê (reş, sor : dema ferx zêde bin)

              Dobe (parzinandî)

              Şane, şanik (petek)

              Nan, nanik (hingivê xelêfan (Şemzînan)

Lêxistina / şanika  kaşaxî

              Nankî

              Şûrkî

Kawar û alavên wê

Kawarmêş (ji sergîn û herîyê çêdibe) – gurbik

                   (selikên sawaxkirî)

 

Kawarên axî

Kawarên darî

Mêşedan, paşedîn (cîhê kawarmêşên sabît)

Devê kawarê

Qitapkirin (li kawarê perçe zêdekirin)

Çita

Zimanok (dema çitayek tijî hingiv dibe, mêr destpêdikın çitayek din çêdikin)

Dûdank

Hestîv (alavê derxistina hingiv, ji perên teyran çêdibe)

Maşik

Maşe

Sanît (qîrê reş)

Makîneya dobê (makîneya parzinandinê-parzûn)

Derxûn

 Xwarina mêşan

 Kek (hevir, hingiv, şîr, vîtamîn)

Şerbet (şekir, av, vîtamîn)

Şîremêş (xwarina makê)

 

Celebên mêşan

Mêşên mêşînî

Mêşên bizinî (dijwar)

 

Zargotin

Hingiv birîn  (derxistina hingiv)

Mêş hewandin

Hingiv xwe li derxûnê dayin (hingiv wisa zaf e ku gihîştiye derxûnê)

Xumîna mêşan e (mêş zaf dixebitin)

Mêş dişixulin / dixebitin / mêş çûn xebatê

Ferx firandin (piştî ku ferx bîst roj di hundir de dimînin, nuh derdikevin derve, derve naskirin)

 

Giyayên mêşan

Giyayên sereke

Cehtirî

Gunî

Helîz

Nefel

Strînreşk

Tûtsî (strînek)

Xaşûl

Xelîşirk

Giwîj

Pembû

Akasiya

Giyatal

Têbinî: Ev agahdarîyên mêşvanîyê di civîna bajarê Wan ê ya zimanê Kurdî beşa nebat û heywanan  de, ji alîyê Rûken Boxdo xanimê ve hatibû amadekirin. Ji bo em di lotikxanê de belav bikin, min jê xwest wê jî ji bo min şand. Spas ji bo we û ji bo Rûken xanimê.

About The Author