Li wan rabû û li hev teqandin

Dinya berîbedayî ye, her ku diçe jî dibe şorbe û bêhna pîs ji têkilîyên mirovan tê.

Li Awistralya, Jenny Deaves a 39 salî dil ket bavê xwe John Deaves ê 61 salî û qûş li hev qetandin. Piştî li wan rabû û nav şeqê wan xurîya, li hev teqandin û zarokek jî çêkirin. Nihal i Awistralya ev lotika keç û bav di devê herkesî de ye û rojev bi zinêkarîya keç û bav diçelqe.

John Deaves, berî 30 salî terka jina xwe dike keçekê li dû xwe dihêle. Piştî 30 salî keça wî Jenny Deaves dide dû şopa bavê xwe, dixwaze bavê xwe bibîne û wî ji nêzîk ve nas bike.

Piştî lêkolîn û lêpirsînên dûdirêj, Jenny Deaves bavê xwe dibîne û kêfa herduwan ji hev re tê. Lê piştî wext û zeman derbas dibe, ew kêf dibe eşq û evîn û xwîna herduwan li hev dikele, wek çemê Dîcle û Feratê dike xuşexuş û li wan radibe. Piştî lêrabûnê, doxîn li wan sist dibe, derpî û şerwalê wan dişemite û hevdu didin ber lotik û zîtirkên Awistralî.

Werhasilî kelam, xwedê neyne serî kesî. Dinya ber bi têkçûnê ve diçe û xuyaye qiyamet jî ne dûr e.

Sydney

About The Author