QEY JINIKA CÎNARÊ TE MÊRÊ TE ECIBAND ?

 Remezan firoşkarê xalîçeya ne, him kal e û him jî ji dil nexweş e. Divê zêde xwe newestîne. Lê karê ku dike girane, kiriyar (mişterî) wî pir diwestînin.

     Rojekê jinikek (pîrek) hat bi Remezan dinga xalîçan da vekirin û yeko yeko lê mêze kir, bihayê wan pirskir. Got “ Ez biçim hinek bifikirim, werim. “ Jinik çû û du seat (demjimêr) şûn de cardin hat, dîsa xalîçe da vekirin. Werhasil, jınık di rojê de çar caran dinga xalîçan bi Remezan da vekirin û ne kirî, çû. Êvarê bi mêrê  xwe ve cardin kete firoşgehê, got “ Min îcar mêrê xwe jî anî bila ew biecibîne. “ Remezan çarneçar cardin dinga xalîçan vekir, jınık û mêrê wê lê mêzekirin û dîsa bêbiryar ma.

    Remezanê belengaz di xwêdanê de yek nefes mabû. Jınıkê got “ Em biçin, sibe ez bi jınıka cînarê xwe re werim, bila ew ji min re bibe alîkar û biecibîne.”  Remezan  êdî hatibû dawîya sebra xwe, jı jınıkê re got “ Qey jınıka cînarê te ev mêrê  te eciband, ku tu pê re zewicî ? “  Pilqîn bi mêrê jinikê ket û got “ Wey rehmet li bavê te, te çi xweş got. Vê jinikê emrê min xwar maye hestîyê min

Weehasilî kelam…

     Ev jî mesela hinek Kurda ye. Hinek Kurdên me Kurdan wek kurtanê kerên xwe dibînin, dixwazin xwe li ser wan ferz bikin û piçek şexsîyeta ku bi wan re maye jî tune bikin. Anîne wê astê ku dibên “ Cilê hûn li xwekin emê biecibînin, pêlava lingê we emê biecibînin, şorbe ya we ya vexwarinê emê hilbijêrin, hest û ramanên we emê diyar bikin, xweserî û xwelîserîya we emê  biryar bidin, nedewletbûna we jî bi destê me ye”filan û fistan.

    Erdheja herî mezin ev e, çimkî Kurdayetîya me dikujin bavoooo !

    Êê wele tiştek başe, emê bi kîjan jinikê re bikevin bin lihêfê jî hûn biecibînin bela temam be looo !….Hûn nesax em jî ne silamet cîgerimmm,  hela heta ku diçe…

( Erdheja Wanê di dilê me de konê şînê ava kir.Serê gelê Kurd sax be.)

About The Author