Bi hest û sozên netewî nelîzin heval!

 Cîgirê Serokê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û serokwezîrê berê yê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, lotikek Kurdewarî li wan kes û dezgehên ku piştî serdana wî ya Tirkiyê paşgotin û zimandirêjî kiribûn da û mîrkutek li nav serê wan xist.

Başûrê Kurdistanê îro nîvdewlet e, bike neke wê rayedarên Kurdistanê jî helwesta xwe li gora berjewendî û destketinên herêma xwe bi cîranên xwe re deynin. Ev nayê wateya ku rayedarên Kurdistanê hevkar an jî şirîkên dewletên dagîrker in. Lê mixabin hinek kesayet, dezgeh û partîyên bakurê Kurdistanê ji derveyî xwe (ku têkilîyên wan têkilîyên herî qirêj û gemarî ne) kesekî din nasnakin û ji roja ku dewletê ew derxistine mazata siyaseta Kurd, her û her dijminatîya nirx û berjewendîyên Kurd û Kurdistanê kirine û îro jî dikin.

Piştî kujtina 24 eskerên Tirk (ku sedema herî mezin a vê kujtinê jî amadekarîyên alozkirin û êrîşkirina başûrê Kurdistanê bû), kek Nêçîrvan Barzanî serdana Tirkiyê kir û ji bo kêmkirin û sekinandina êrîşên ser başûrê Kurdistanê dest bi dîplomasîyê kir. Serdana wî wek hercar ji alî Kemalîstên Kurd û Tirk ve paşûpê hat şirovekirin, bi wan şirove û propagandayan xwestin di kesayetîya Nêçîrvan Barzanî de rayedarên Kurdistanê û bi taybet jî dîsa malbata Barzanî şermezar bikin, wan di çavê Kurdan de piçûk bixin. Ew kes, dem û dezgehên ku gellek ji pispor û nivîskarên dewletê bi xwe jî wan wek “baskên MÎT ê” bi nav dikin û bi delîl û belge poxê wan derdixin holê, heta îro jî şûjina di çavên xwe de nedîtine, nabînin û heta hebin jî wê behsa şûjina di çavên xwe de nekin. Lê gava li hesabê wan tê, hew we dît behsa derzîya çavên Kurdên din kirin û cilik kişandin ser kiryarên xwe yên qirêj û bêhnpêketî.

Nêçîrvan Barzanî, di rûpela xwe ya Facebookê de bersiva wan şirove û propagandayên ne li rê da û tilîya xwe xist çavên wan xêrnexwazan. Barzanî, piştrast kir ku wan tucarî pişta xwe nedaye Kurdan, Kurd bi tenê nehiştine û ewê li her derê hertim piştevanîya Kurdan bikin.

Nêçîrê me di daxuyanîya xwe de çend mîrkutên Kurdewarî li nav serê wan “Beko Ewanan” xist û gotiye ku “ Heçê zane zane, heçê nizane mesela baqê nîskan e kaka. Yên ku ji siyaset, yasa û pêwendiyên navdewletî fêm bikin, zanin mebesta min ji wan gotinan çi bû. Lê mixabin, li hinek cihan, ji bo ku bi hestên Kurdan bilîzin, şiroveyên xelet li ser gotinên min hatin kirin. Me heta niha xwe ji piştgiriya gelê Kurd paşde nedaye û wê ev yek hertim bidome.”

Nêçîrê me lotikek gemik û nermik li PKK û helwesta wê jî xist, got ku ew ne li dijî îdeolojî û şêwaza PKK ye, lê PKK rexne jî kir û got ku PKK tucarî rewşa herêma Kurdistanê berçav nagre, dibe sedem ku herêma Kurdistanê bibe qada şer û lotikan û Kurdên sivîl zirarê bibînin.

Ez sere xwe û we neêşînim, kek Nêçîrvan di dawîya daxuyanîya xwe de mîrkutek li nav serê temamê Kurdan xist (ji bo hişê wan bê serê wan) û got: “Parastina van destkeftinan erka hemû Kurdan e. Em xwe wek xemxwarê rast ê gelê Kurdistanê dizanin û ji her kesî zêdetir xwe li hember wan berpirsiyar dibînin.”

Werhasilî kelam, ez bawerim bapîrê Nêçîrvan Barzanî gorbihuşt serok Mistefa Barzanî bilasebeb negotibû “çi kesê ku ruhê netewî pê re tunebe, wê rojekê îxanetê li gelê xwe bike” ne wilo!?

Îcar qet xwe aciz neke kek Nêçîr!

Heçê zane ji xwe meselê zane, heçê nizane jî, em lat û zinaran di nav serê wan de bişkînin dîsa biaqil nabin û xelas….

Hewlêr

About The Author