Kundirek kirine wezîr

Hema li şikil û dirûvê Îdrîs Naîm Şahîn binerin, hûnê tê derxin bê çi mexlûqat e û qumaşê wî çend qirûş e. Ez bawerim di dîroka Tirkiyê de cara yekemîn e ku kundirek wek Îdrîs Naîm Şahîn dibe wezîrê navxweyî. Hem jî çi kundir, kundirekî vik û vala.

Wezîrê dewleta Tirk Îdrîs Naîm Şahîn (ku qaşo destebrakê Kasimpaşalî Receb e) serdana bajarê Wanê kiriye û qaşo xwestiye dilê Wanîyên perîşan xweş bike. Kundiro ji Wanîyên ku di kon û çadiran de dijîn çi gotibe başe hûn zanin?

Keniyaye û gotiye: „Hûn di koçk û serayan de dijîn ha, gelo em jî konê xwe li vir vedin“ û henekê xwe bi Wanîyên reben û şerpeze kiriye.

Îdrîs ne efendî di axavtina xwe de behsa qantira ku PKK bombekirî şandibû ser polîsan jî kiriye û gotiye: „Wê PKK çawa hesabê wê qantirê bide ez meraq dikim. Emê rojekê hesabê wê qantirê jî ji PKK bixwazin. Êêêêê, paraztina mafê qantirê jî li me dikeve cîgerim“ û ji qantirê zêdetir daye lotik û zîtirkan.

Îcar hesab li cem we gelî xwendevanan.

Gelo Kasimpaşalî Receb kundirek wek Îdrîs Naîm Şahîn çawa kiriye wezîrê navxweyî hûn bifikirin.

Wan

About The Author