Bi kêrî garana gund nayê, mêro bûye wezîr

Hema li şikil û şemalê wî binerin bes e. Hewce nake hûn lêkolînek dûr û dirêj li ser bikin û serê xwe bêşînin, na. Hema pênc deqîqeyan lê binerin, li çend gotinên wî guhdarî bikin bes e, hûnê yekser zanibin bê çend mû bi qûna wî ve ne û ne tu zilam e.

 Ez behsa wezîrê navxweyî yê dewleta AKP Îdrîs Naîm Şahîn efendî dikim.

Îdrîs Naîm Şahîn ê ku berî niha Lotikxanê gotibû „kundirekî vala ye“, ji kundirekî valatir derket û bi qurbana kundiran be rebbî. Qe nebe çend dendik di nava  kundir de hene lo, lê ev dewarê xwedê bi qasî dendikekê jî mejî di serî de tuneye. Ev Kasimpaşalî Receb ev dewar çawa kiriye wezîr ez jî nizanim.

Werhasilî kelam, Îdrîs Naîm efendî yê ku nikare gavantîya dewarên gund bike rabûye înkara hebûna Kurdan kiriye û gotiye: „Pirsa Kurd çiye? Jina min ji min berdayî be ez vê pirsê nabînim, pirsa Kurd tuneye. Heke pirsek hebûya minê bidîta canim“ filan û quzê kerê.

Wey weledddddd û 101 carî wey weled!

Law ma insan ewqasî dewar û ehmeq dibin lo?

Kuro hey min kerekî Şamî li dora şerwalê te alando, ma insanên kor pirsa Kurd dibînin ewladim? Ma dewarekî wek te çi zane pirsa Kurd çiye û wê çawa bibîne?  Ma law tu hê kîrê xwe û qûna xwe ji hev nas nakî oxlim, tu û dîtina pirsa Kurd hi?

Na na, ez dibêjim Îdrîs Naîm efendî henekan dike canim, de ka li koka wî bikolin heke ew jî Kurd  û ji kîrê Kurdan derneket ji xwe ez bi tiştekî nizanim.

Çima hûn zanin?

Ji ber kesên ku herî zêde hebûna Kurdan înkar dikin û dixwazin qûna Tirkan balêsin kesên dewşîrme ne.

Ez dibêjim Îdrîs Naîm efendî jî Kurdekî çeqilmast e we go çi?

Stenbol

About The Author