Serok Barzanî ew ji mêranî xistin

Belê kezebno, Serok Barzanî serdana Tirkiyê kir, peyamên aştî û bratîyê dan awira gelemperî, dilê gellekan ji me xweş kir û kezeba gellekan jî reş kir, ew bi kanserê xistin.

Serok Barzanî, got ku divê êdî xwîna zarokên Kurd û Tirkan neyê rijandin û Kurd bi rêya hevdîtin û danûstendinê pirsgirêkên xwe çareser bikin. Lê ka yên ku vê bikin? Ciwamêran bi lat û zinarên Qendîlê ve zeliqî ne, ma karin dakevin berîya siyasetê û dev ji wan qebzeyên keleşkofan berdin, na. Birastî generalên Qendîlê ji şer pê ve tu pîşe û hunera wan tuneye, gelo gava dakevin qada legal wê çi karî bikin kesek zane? Ez bi xwe meraq dikim.

Axir, wa ciwamêrê Dûran Kalkan ê Adanalî ferman da BDP ku xwe ji meclîsê vekişînin û dev ji siyaseta legal berdin. Bi vê fermanê ji alîyekî ve Dûran Kalkan  bersiva Serok Barzanî jî da. Bersiv da û got ku „BDP û siyaseta legal hêç in, hertişt em in û em biryarê didin kaka, ma ji te re çi“ filan û bêvan. Lê Mûrat Karayilan çi got? Karayilanê me bersiv û daxuyanîyên maqûl dan çapemenîyê û got ku „Hewldanên kek Mesûd hewldanên maqûl in, em jê piştrast in“ û kêfa me anî. Aha ferqa Dûran Kalkan ê Tirk û Mûrat Karayilan ê Kurd ev e.

Ez serê we neêşînim, serdana Serok Barzanî gû di nava Tirkên Kemalîst û nîjadperest de hişk kir û ew qebiz kirin. Serokê CHP Kemal Kiliçdaroglû bi daxuyanî û peyamên Serok Barzanî aciz bû, nerazîbûna xwe anî zimên û Kemalîstbûna xwe dubare raxist ber çavan. Û serokê Partîya Seg û Gurên Tirkiyê Devlet Bahçelî? Oxlim bû pizot û agir, kîn û nefretê ji pozê wî da der û got ku „Divê Kasimpaşalî Receb zixtê bide Amerîkayê da ku guhê serokeşîrên ku piştgirîya terorîstên PKK dikin bikşîne“ filan û fîstan. Li gora Bahçelî efendî Serok Barzanî piştgirîya PKK dike û xewê li wan diherimîne.

Ê oxlim, ma Kasimpaşalî Receb zixtê bide Reşo Barak Obama çiye û nede çiye hi? Ma Reşo Obama wêre bela xwe di Serok Barzanî bide ha? Reşo rojekê tenê jî ranehiştiye tifing û keleşkofê, Serok Barzanî pisporê şer û pêşmergayetîyê ye, bi ellawekîl bi fîşekek keleşkofê wê Serok Barzanî tirrê ji Reşo Obama berde wî, weylaw! Ma Reşo kare guhê Serokê me bikşîne oxlim?

Werhasilî kelam, Serok Barzanî bi peyamên xwe dilê Kurdan xweş kir û gû di Kiliçdaroglû û Bahçelî de hişk kir, ew qebiz kirin. Li gora tê gotin, ji roja ku Serok Barzanî hatiye Tirkiyê û heta niha, Kiliçdaroglû û Bahçelî ji avdestxaneyê derneketine û wek ê Helexî li ber pîsîtîya xwe digerin ku derkeve der, lê nikarin pîsîtîya rovîyên xwe derxin der, zik li wan nepixîye û tirre tirra qûna wan e.

Axir, xwedê û pêxember ji Serok Barzanî razî be ku got „Pêşmerge tev li şerê li dijî PKK nabe kaka, bela kesek hêvîya şerê brakujîyê ji me neke“ û wekî din.

 Aferîn kek Mesûd aferîn. Xwedê te ji ser serê Kurdan kêm neke rebbî….

 

 

About The Author