Wan- Jana bêhedan

Ti gotin têra birîna te nake
Ti rondik têra jana te nake
Çawa jiyan bêdeng dibe
xewn bêreng dibe
bêhna mirinê ji belçimên kulîlkan tê
Ronahî tarî dibe
hêvî bêzar dibe
Barana reş dibare
Keser….
Axîn ….
Qêrîn bêrobar dibe.

Çav li şonwaran digerin
Hêvî ji dilan diwerin
Canên bêgunehan
koçber dibin…
Ji lepên qederê rizgar dibin,
bilind dibin..
Heta qeraxê banê bilindahiyê
Heta sirodên bînahiyê
Heta dergehê Biheşta aramiyê.

Derdê çavên westiyayî
di singa xwe de veşart.
Şevên bêomêd
dibarin…
Hesret..
germahiya tavê
ronahiya mûmê
birînên zarokan,
hêviyên dayikan
hilingivîn

Şînî xwe vedigire henasa dil
Heta bingehê kûrahiyê
Hawar ji dûr tên
heta asoyên ferehiyê
peyv li ser lêvan hişk dibin
Girî …
Bendewarî…
Li ser keviyan xilmaş dibin.
Parî bi beyavên tirsê tê cûtin
dil bi agirê xemê tê sotin,
dil têêêêêêêêê sotin

Nefel

About The Author