Dema ew hatin divê em nexapin!

Serokê damezrînêr yê Kenyayê gotiye:

Dema rojavayî hatin, di destê wan de încîl, di destê me de jî erdên me hebû. Çavên me girtin û em hînî duakirinê kirin. Dema me çavên xwe vekirin jî, di destê me de încil, di destê wan de jî erdên me hebû…  

Dema Ereb hatin, di destê wan de qur’an, di destê me de jî ne tenê erdên me, her wiha welatê me, zimanê me, kevneşopî, çand û kesayeta me hebû. Kirasekî spî kişandin ser bedena me, şaşikek dan serê me, rojê pênc caran berê qûna me bi çiyê berê serê me jî bi başûr vekirin. Dema em li ser xwe edilîn jî, ew man evdê Xwedê û em jî  man evdê wan.

Dema Tirk hatin, di zimanê wan de biratî, di dilê me de jî dilovanî û mirovhezî hebû. Bi biratiyeke pûç, vala, derewîn û xapînok em xapandin. Dema em ji bo ji wê xewa xapînok hişyar bibin me çavên xwe vekirin jî, di dilê wan de tunekirin, asîmlekirin, di zimanê me de jî biratî hebû.

Dema Ewrûpiyan soz dan me, di zimanê wan de demokrasî, azadî, wekhevî, dad û dadwerî, di destê me de jî çek hebû. Xwestin ku em bi rêya siyasî û demokrasî mafên xwe bixwazin. Li gel van tiştan qaşo wê piştgirî bidana me. Dema me bi ya wan kir û em ji çek û şer dûr sekinîn, li gotinên xwe xwedî derneketin. Em bê çek xistin hêmbêza neyarên me û ji bo berjewendiyên xwe jî her tim firotin  çekên xwe… Ne rahm ket dilê neyarên me û ne jî Ewrûpiyan çareyek dîtîn ji bo derdê me. Zarokên me li serê çiyayan bi çekên kîmyewî qeliyan û di sênîkên zêrîn de ji bo xwedayan hatin serwîskirin.

Dema AKP hat, di zimanê wan de misilmantî û biratiyeke olî, di dilê me de jî dilsozî hebû. Bi misilmantî û biratiyeke derewîn em xapandin, bi destên xwe yên qirêj û gemarî mejiyê me yê pak û paqij lewitandin. Dema em li xwe hayîl bûn jî, di zimanê wan de terorîst, ateîst-Xwedênenas, di dilê me de jî misilmantî hebû.

Wek dûpişkê ku herçar alî ji êgir dorpêçkirî li me hat. An em ê bi xwe vedin û xwe ji xwe, xwe ji dinyê, dinyê ji xwe xelas bikin an jî em ê xwe û neyarên xwe di nav wî agirî de bişewitînin.

Dijminê me yê herî mezin ne tirk, ne ereb, ne jî fariz in. Dijminê me yê herî mezin cehalet û nezanî ye. Divê em şerê mezin bi xwe re, bi cehalet û nezaniya xwe re bikin.
An em ê bixwînin û xwe nas bikin, an em ê bixwînin û xwe nas bikin. Wekî din tu rêyên din tune…

Heyf û xebînet ku em ketine himbêza nezan û cahilan…

Û dîsa heyf û xebînet ku hîna jî me xwe nas nekiriye…

About The Author