ÇIMA WE TIF DEVÊ WAN NEKİR ?

Kurdekî me li Stenbolê ji kurê xwe re keçeke Tirk xwest. Daweta wan kirin, li taxek din warxanek kirê kirin û li wir bi cîh  bûn. Piştî dawetê xinamîyên xwe herî baştir nas kirin.” Kultur û kevneşopîyên wan ji hev cuda bûn, ji hev xweşnûd  nebûn. Ev mijar li malê dihat axaftin, zar û zêç jî bi rewşê  hayedar bûn.

     Rojekê telefon hat, xortê Kurd ji dayîka xwe re got “ Dayê, li ba te bê edebî nebe bûka te niha li nexweşxanê ye, hûn dikarin werin gelo?

 Dêya wî got “ Kurê  min xêr e ? Çi bû?

 Xortê me şermokî got “ Xêr e, dayê bûka te raza, jê re keçikek bû “ Dayê tatêl girt, li mêrê xwe gerîya, agahî dayê ku were û bi hev re biçin nexweşxanê.

     Keçika wan ya biçûk Zeyno ji dêya xwe pirtir bi tatêl bû, dixwest bi lez biçin nexweşxanê. Dêya Zeyno got “ Keçê tu çima lez dikî? Bavê te di rê de ye, bila were emê biçin ha

Zeyno got “ Dayê ma tu fêm nakî, em berî Tirkan biçin tif devê pitikê bikin; bila xûyê wî bişibe yê me.”

Dê bi kenîn  ji xwe ve çû werhasil.

       Gelo wextê ev xwarzîyên Tirka yên Kurd ji dayîkên xwe bûn, yekî/yeka wek Zeyno bi aqil tunebû tifî devê wan bikirna  ku bişibîyana  me ?

Hûn bawer bikin  em cezayê ne tifkirinê dikişînin, hûn çawa difikirin gelo?

About The Author