Kasimpaşalî çewal xist serê BDP

Serokwezîrê AKP û dewleta Tirko cîgerim Kasimpaşalî Receb, çewalek ji çewalên Amerîkayê mezintir xist serê BDP û rayedarên wê û ew bi tirsonekî û bêziravî îtham kir.

Cîgerim Receb, di civîna grûpa xwe de axavtinek qerase kir û bela xwe di CHP û BDP da, ew dan ber lotikên bêîman.

Li gora saloxdanên sîxurên me û li ser bextê Serokê Meclîsê Cemîl Çîçek be, dibêjin Kasimpaşalî CHP wek partîya Ergenekonê bi nav kiriye û gotiye ku „Ew gundî Kemal ê qamkinik bi tu gûyî nizane û ji siyasetê fêhm nake, bela biçe li gundekî gavantîyê bike jê re çêtire wey“ filan û fîstan.

Kasimpaşalî di derbarê BDP û generalên wê de jî zîtirkek alatûrka avêtiye û gotiye: „BDP? Kuro BDP î bêzirav in, tirsonek in, newêrek in. Heke ziravê mirîşkekê bi wan re hebûya, wê carekê PKK rexne bikirana, lê  nakin. Çima nakin? Ji ber ku ziravê mirîşkê bi wan re tuneye. Binerin, ez Kasimpaşalî generalan davêjim zîndanê, qûşê li wan diqetînim, lê BDP î wek peppûkan ker û lal in û newêrin ji PKK re bêjin kip“ û dawa BDP î yan li serê wan pêça.

Kasimpaşalî pêde çû, germ bû û dîsa got; „Hehhehehehe, ka di erdheja Wan ê de BDP î li ku bûn lo? Karin beşdarî cenazeyê terorîstekî bibin, lê nêzîkî hezar Kurd li Wan ê mirin, dengek ji wan derneket. Ka qaşo şaredarîya Wan ê di destê we de bû ha, çima ma Wan î ne Kurd in oxlim“ û mîrkutek li nav serê çawîş û başçawîşên BDP xist.

Axir, piştre Kasimpaşalî Receb qûça BDP hilda, minneta wan bir ser serê çiyayê Qendîlê û got: „Dibêjin emê xwe ji meclîsê vekişînin. Hema we xwe vekişand ji vî ve lan, hûn di meclîsê de hebin çiyeeeeeeeee û tunebin çiye, ma kî hesabê we û pîvazekê dike lan“ û kela dilê xwe li BDP hênik kir.

Ez serê we bêşînim û neêşînim, dîsa mêranîya Kasimpaşalîyê me hatibûyê. Bi ellawekîl mêro hesabê kesekî bi xirrê xwe nake ellawekîl.

Birastî lo, gelo wê rojekê ji nav Kurdan jî qeraseyekî wek Kasimpaşalî derkeve gelo?

Enqere

About The Author