Mesrûrê me lotikek xweş avêt

Belê canekem…

Wek hûn zanin, li bajarê Wan ê erdhejek mezin çêbû û Kurdên Wan ê zirarek mezin dîtin, hem ji canê xwe û hem jî ji malê xwe bûn. Kurdên başûr û bi taybet jî Duhokîyan ji bo alîkarîya derbederên bajarê Wan ê xebatek mezin kirin û alîkarîyek baş dan ser hev. Dezgeha Xêrxwazîya Barzanî di vê alîkarîyê de rolek mezin lîzt û alîkarîya ku hatibû ser hev ji bajarê Wan ê re bi rê kir.

Alîkarîya ku ji alî Dezgeha Xêrxwazîya Barzanî ve hatibû komkirin, bi çavdêrî û amadebûna Mesrûr Barzanî endamê polîtbûroya Partiya Demokrata Kurdistanê, bi merasîmek fermî û girseyî jib o bajarê Wan ê hat birêkirin. Mesrûrê me di merasîmê de gotarek germik û nermik pêşkêş kir û lotikek Kurdewarî avêt.

Mesrûr Barzanî, di gotara xwe de bi taybet destnîşan kir ku wan di demên bihurî de alîkarîya Kurdên bakur ji bîr nekiriye û îro jî dor dora wan e ku alîkarîya Kurdên bakur bikin. Lê ya xweştir, Mesrûr Barzanî got: Dixwazim vê yekê diyar bikim ku birêz Mele Mistefa Barzanî yê nemir çawa di jiyana xwe de peyama mirovahî, dostanî û aştî daye her kes û her derê, niha em jî her li ser vê rêbaza pîroz berdewam in û peyama me ji bo xelkê Wan û derdorê eve ku em birayên wen e, em merivên we ne, em bi xem û êş û azarên we gelek xemgîn in”filan û bêvan.

Ez serê we neêşînim, heke Kurd li ser rêbaza rehmetî Mele Mistefa Barzanî bimeşin û wê rê û rêbazê ji xwe re bikin armanc, bawer bikin emê bi ser kevin, li ser hev bêşin û ruhê netewî di bedena me de geştir û xurttir bibe. Lê na heke em tenê li xwe û berjewendîyên xwe yan tenê li barçeyekî Kurdistanê bifikirin, wê erdhej û zelzeleyên ji zelzela Wanê mezintir û wêrantir bê serê me Kurdan û hûn sax….

Duhok

About The Author