Li ser bextê Şamilo be!

Wek hûn zanin, serokê Kurdên sererd û binerd sayin başqan Ocalan ji 1972 an û heta bi îro, di rojeva Kurdan û Tirkan de ye. Hinek dibêjin „Jina min ji min berdayî be zilamê dewleta kûr e lo“, hinek dibêjin „Bi dîn û îman Ergenekonê navika wî birrîye“, hinek dibêjin „Kuro de dev jê berdin loooo, heke Kurd ne misteheq bûna ew nedibû serokê wan“, hinek dibêjin „Kuro bi sê telaqan zilamê Mît ê ye canim“ filan û fîstan.

Herkes ji alîyê xwe de serokê me dide ber şeg û pegan. Ji derveyî alîgirên PKK, beşerekî Kurd negotiye başqanê me tiştekî baş kiriye û ne zilamê dewleta kûr e wesselam.

Ez serê we neêşînim, nivîskarê qerase û wekîlê AKP Şamîl Tayyar, ji serî de mîrkutan li nav serê başqanê me dixe û dibêje ku ew zilamê Ergenekonê û dewleta kûr e. Lê destên Şamilo jî dirêj in haaaaaa, mêro ji xwe ne piştrast be nikare van tiştan binivîse.

Vê dawîyê Şamilo derket kanala TV8 û mîrkutekî din li nav serê başqanê me xist. Şamilo dibêje: „Kesê ku Ocalan di 1972 an de ji hepsê daye berdan, serokê Ergenekona wê demê Org. Turgut Sunalp bû. Turgut Sunalp telefonî kesên têkildar dike û dibêje Ocalan zilamê me ye, wî berdin. Piştî vê telefonê, dosya û îddîayên li ser Ocalan tên guhertin û Ocalan serbest tê berdan“ filan û xeftan.

 Balkêş e, kesê ku di 1972 an de Ocalan serbest berdabû serokê dadgehê Bakî Tug bû. Baki Tug berî çend mehan ji çapemenîyê re gotibû ku „Serbest berdana Ocalan sirrê dewletê ye û ez nikarim vî sirrî eşkere bikim“.

Îcar Şamîl Tayyar bang li Bakî Tug dike û dibêje: Ez li vir bang li Baki Tuğ (dozgerê wê demê) dikim. Bila wek mêran derkeve û vê agahîyê wek ciwamêran bi raya giştî re parve bike. Bila bêje ku miletê me van tezgahan baş fêm bike. Ji kerema xwe derkevin û vê meselê ronî bikin cîgerim“ û ji xwe piştrast dibêje hodrî meydan.

Ê oxlim, başqanê me zilamê Ergenekonê be, zilamê dewleta kûr be, zilamê Xelo yan Celo be, ji te re çi ha? Piştî ku em Kurd li xwe naqewimînin û wî dikin taca serê xwe, piştî ku em Kurd çeqel û keftarên wek Yalçin Kûçik û Dogu Perînçek ji xwe re dikin şêwirmend, ji we re çi ewladim?

Werhasilî kelam, başqanê me ket zindana Îmralîyê jî ji mîrkutên kesên wek Şamilo xilas nebû law. Evî rebenê başqanê me çi guneh kiribû gelo?

Stenbol

About The Author