Xaltîka Fatê jî li TRT6 ê konê xwe danî

Li ser bextê fitne û fesadên televizyona TRT6 ê be, dibêjin wê xaltîka me Fatê di TRT6 ê de dest bi lotikên bernameyekê bike û daw û delingên xwe hilgive. Li gora sîxurên me yên di nava TRT6 ê de dibêjin, wê xaltîka me Fatê bernameyek du seetî pêşkêş bike û di bernameyê de li ser mijarên cuda raweste.

Lê ya balkêş û xweş çiye hûn zanin?

Dibêjin xaltîka me Fatê li ser pêşniyaza siyasetmedarê Kurd Kemal Bûrkay konê xwe li TRT6ê vedaye.

Siphan allaaaaaa û la îlahe îlallah!

Ez dibêjim pare û sermaya Kurd1 ê nemaye û xalê me Kendal Nezan hew karîbû mesrefa xaltîka me Fatê bide, ji ber wê Fata me çûye TRT6 ê we go çi?

Axir, çûna xaltîka me Fatê li ser xêrê be rebbî. Çawa be xalê me Kemal Bûrkay li pişta wê ye. Ma kesên ku xalên wî /wê li Enqerê û Stenbolê tunebin, karin bi rehetî di TRT6 ê de nan bixwin canim!

Ax xalo ax….

Xalekî me jî hebûya, belkî me jî çend qirûşên TRT6 ê bixista zikê xwe yaw…

Stenbol

About The Author