Mesele ne tenê PKK’ye

Neheqiyeke mezine eger serdana Barzanî bo Tirkiyê tenê di quncikeke teng a ewlehiyê de bê temaşekirin, mîna ku Tirk û medya tirkî dike. Siyaseta Kurdan ligel Tirkiyê ji siyaseta ewlehiyê derbasî qunaxa ewlehiya siyasî bûye. Ev demeke siyaseta ewlehiyê ku Tirkiyê himber Kurdan dimeşand nemaye û ji xwe Kurd jî ji piştî 2003’an neamadebûye stûxwariyê jê re bike.

Tiştê ku di vê serdana Barzanî bo Tirkiyê de tê xwendin ne behskirin yan pêşniyarkirina protokoleke ewlehiyêye nêvbera Tirkiye û Herêma Kurdistanê, lê kûratiyeke stratejîka xwe heye û gelek tiştên girêdayî dahatûyê Kurdan û navçeyê jî li xwe digire. Ji ber ku niha piştî „Buhara Erebî“ û guhertinên ku nêzîke li navçeyê pêktên eger em temaşeyî rewşê bikin, em dibînin ku nêzîke careke din weke çawa piştî cenga cîhaniya yekemîn sînorên vê navçeyê hatin kişandin bi heman şêwe sînorên nû bên kişandin.

Stratejîstên Tirk baş wê yekê fêkirine ka çi diqewme, ew naxwazin tiştê ku bi ser Împratpriya Osmanî hat careke din bi ser Tirkiya nû de bê. Loma ew li pey ewlehiya siyasî digerin, lê ne siyaseta ewlehiyê. Me hest pê kiribe yan na, Kurd niha ketine nava dilê wan guhertinan û ew bûyerên ku qewle pêk bên. Îran weke hêzeke navçeyî mijûla avakirina enî û rêzbendiyeke nûye, Tirkiyeya ku milê xwe daye ber mesela rûxandina rijîma Esed û sore li ser wê yekê ku ev rijêm divê biçe, niha bo serdema piştî Esed dixebite.

Mumkîne ev tişt bo Kurdan ku ji vir temaşeyî meseleyan dike hinekî tarî û nezelal bêne pêş çavan, lê şoferekî teksiyê li Beyrûtê ku ne analîzekarê siyasî bû û ne ti girêdaneke wê ya siyasî hebû, bêyî ku min pirsa wî kiribe got tu dizanî çima NATO li Sûriyê naxe? Gotim gelek sedemên vê hene, ji bilî Îranê heta Îsrail jî naxwaze Esed biçe. Wî got ev hemû rastin, lê Esed eger biçe wê Sûriye dabeş bibe.

„Elewî, Sunnî û Kurdî“

Serdana Barzanî ya berê bo Îranê û paşî Tirkiyê di vê demê de ku Amerîka di sûda Îranî de ji Îraqa Şîiyan paşdekişandiye û ev navçe hêlaye ser lêva teqînê, zivirîne bo ser masa danûstanên navçeyî û hurmetgirtina dahatûyê ligel van hêzên navçeyî de. Danûstan û gotûbêja derbarê wê yekê ka Kurdên Îraqê li kûne û di kîjan eniyê dane? Pêşwazîkirina Barzanî li Îranê li asta herî bilind de û paşî hevdîtinên wî ligel karbidestên Tirk nabe tenê behskirina ewlehiya sînoran wan welatan û axaftina derbarê PKK’ê be! mîna ku bêtiriya saziyên medyayê dixwazin wisa pîşan bidin. PKK raste niha beşeke girîng û yekalîkere di van bûyerên ku rûdidin (weke çawa hemû hêzên siyasiyên Kurdistanî jî beşekin ji vê çeperbendiya nû ya ku piştî Amerîkayê êdibe), lê ev ne tevahiya meselê ye.

Îran û Tirkiya êdî nikarin weke salên notan siyaseteke yekgirtî himber Kurdan bi giştî û Herêma Kurdistanê bi taybetê bidin meşandin, ji ber ku kûratiya berjewendiyên wan herdu welatan ligel Kurdan guhertineke mezin çêkiriye derbarê corê siyaseta van herdu welatan himber Kurdan. Ango milmilaneya dahatî çi li ser asta siyaseta hundirîn a Kurdan be yan li ser asta siyaseta herêmayetî be, wê pêkhatî be ji pêkdanana navbera du eniyan, eniya Kurdî ya alîgira Îranê û eniya Kurdî ya aîgira Tirkiyê.

Avabûna eniyên ji vê corê wê ne tenê ser asta Kurdan be, lê heta bi welatên navçeyê jî wê berbi vê dabeşbûnê diçin. Îraqa Şîiî alîgira Îranê ye û Sûriya dahatî (eger yekgirtî jî nemîne) alîgira Tirkiyê ye. Loma li navçeyê hevkêşe hatine guhertin; ji siyaseteke yekgirtî ya serkutker himberî Kurdan derbasî qunaxekê bûye ku pêwîstiya Kurdan bi jîriya siyasî heye da vê carê jî şikestî jê dernekevin.

 Rûdaw

About The Author