Gelo birastî kesek biaqil di nava PKK de tune?

Nivîskarê qerase, lotikvanê Tirk Ahmet Altan, di nivîsa xwe ya vê dawîyê de kêfa başqanê me Ocalan pir anîye û PKK kiriye partîya bêaqilan.

Ahmet efendî gihaye wê bawerîyê ku %100 Ocalan di nava PKK de zilamê herî biaqil e. Û hetta gihaye wê bawerîyê ku zilamek biaqil di nava PKK de hebe, ew jî tenê Ocalan e.

Bi salane ez di nava PKK de me, lê birastî bêaqilîya wan qet bala min nekişandibû. Min texmîn dikir ku kêmasîyek wan heye, lê bêaqilîya wan qet û qet ne di bîra min de bû. Lê xwedê jê razî be, va Ahmet Altan efendî ez veciniqandim û pê hisandim ku ji derveyî Ocalan, yekî biaqil di nava PKK de tuneye.

Siphan ji hikmeta xwedê re!

Law ev partîya ku tu dibê „Yekî biaqil di nava wê de tune“ çawa 30 sal in li ser pîyan e sayin Altan? Ma partîyek bêaqil kare 30 salan bide lotikan? Yan tu dibê PKK nexweşxana dînan e û başqan Ocalan jî textorê ser wan dînan e, wan tedawî û derman dike?

Axir, li ser bextê Ahmet Altan be gelî xwendevanan. Ahmet Altan begefendî bi şeş telaqan sûnd dixwe ku başqan Ocalan zilamê PKK ê herî biaqil e û ji wî pê ve jî kesekî biaqil di nava PKK de tuneye.

Yaw çima tu maf û heqê kesên biaqil dixwî sayin Altan? Ma Dûran Kalkan abêmiz ne biaqil e cîgerim? Ciwamêr bi wê Tirkbûna xwe Kurdan li ser tilîya xwe dizîzikîne û wek yekî Tirk serokatîya Kurdên wek min bêaqil dike. Ma ev ne biaqilbûn be naxwe çiye babam? Ma go Dûran abêmiz ne şareza û biaqil bûya, karîbû li koçk û serayên Qendîlê palde û Kurdistanê bike qada şer hi?

Ez serê we bêşînim, Ahmet Altan ji derveyî Ocalan temamê kadroyên PKK kir bêaqil. Ez dibêjim kesên biaqil di nava PKK de pir in, lê bûne kurtanê kesên bêaqil we go çi?

Li ser bextê Ahmet Altan be ha, ew dibêje babam, ne ez. Piştre bêbextîyan nekin stuyê min rebenê xwedê..

Qendîl

About The Author