Xaltîka Meryemê dilê xwe nefirot dewletê

Dayika nivîskar û eskerê Lotikxanê Nûrî Çelîk, xaltîka me Meryemê, ji ber nexweşîya dilê xwe ket nexweşxanê û dilê xwe nû kir.

 Xaltîka me û dayika eşîreta Hebizbinîyan Meryemê, erd û xanîyê xwe firot û tam bi 41 hezar lîreyên Tirkiyê ket bin kêr û meqesên textoran. Doktorê ku xaltîka me emeliyat kir kî bû hûn zanin? Brazîyê Nacî Kutlay, Fîkrî Kutlay bû.

Berî emeliyatê rayedarên beledîyê û dewletê ji xaltîka me Meryemê re gotin: „Were em qerta dewletê – qerta kesk- ji te re derxin, bi pereyên dewletê û belaş dilê xwe nû bike„.

Lê xaltîka me Meryemê ev pêşniyaz qebûl nekir, keniya û ji wan re got:„Heheyyyy, tiiiirrrrrrr li bin qûna we û qerta we! Ma ez dilê xwe difroşim dewletê kuro. Va em dibînin, kesên ku dilê xwe firotin dewletê mejiyê xwe jî firotin wan û bûn xwarzîyên wan. Na na, bi qesem ezê erd û xanîyê xwe bifroşim, şût û rût bim, dîsa jî qerta we qebûl nakim û dilê xwe nafiroşim we, waweylê“ û lotikek li wan xist.

Axir, li Tirkiyê nexweşxane û mesrefa doktoran pir zêdeye hûn zanin. Kesên ku pereyên wan tunebin nikarin emeliyat bibin, şerpeze dibin û di dawîyê de dimrin. Lê şikir ji xwedê re go xanî û parçeyek erdê xaltîka me hebû û bi heqê wî xanî û erdî mesrefa doktor Fîkrî Kutlay efendî da û dilê xwe nû kir.

Halîhazir rewşa xaltîka me Meryemê baş e. Fîkrî efendî bi bivir, çakûç, qazme û qezetoran dilê xaltîka me parçe parçe kir, çend têlên dilê wê bi sabûn û şampûanê şûştin, çend têlên zingargirtî avêtin û dilê xaltîka me Meryemê kir sifir kîlometre.

Lê zêdebûna ser kezebê çiye?

Xanî û erdê bi 41 hezarî ket bêrîka doktoran. Lê ku xwedê neke pirsgirêkek pir piçûk jî derkeve holê, wê rayedarên nexweşxanê eskerê Lotikxanê Nûrî Çelîk rehîn bigrin û heta peran jê nestînin, wî û dayika wî serbest bernedin.

 Ê erd û xanî jî çû, tiştek nema ha!

Cakêt û şerwalê Nûrîyê me maye. Hêvîdarim di nexweşxanê de pirsgirêk dernekevin û Nûrîyê me mecbûr nemîne ku cakêt û şerwalê xwe jî bifiroşe.

Xwedê sebir û selametê bide xaltîka me Meryemê û eskerê me Nûrî Çelîk rebbî…

Êlih

About The Author