Ji xwedê bitirsin kaka can!

Mamo û Zêbaryo, du lotikên qerase û du zîtirkên bê-îman li miletê Sûriyê bi giştî û li Kurdên Sûriyê bi taybetî xistin û nehên wan kirin deh!

Zêbaryo, ku nûnertiya Îraqê di Yekîtîya Ereban de dike, li hember biryarên cezakirina rêjîma Sûriyê derket û dilê xwe bi kurê Esed û hal û rewşa wî şewitand û got: Em cîranên hev in kaka, heqê cîran li cîran heye, me nan û ava hevdu xwariye, berjewendiyên me gelek bi hev re hene.

Erê bi xwedê, wezîrê me û we, da nav, çirand û nedrût û xwedêgiravî ew ne wek Tirkan bê nan û xwê ne û şîret û mîret kirin ku kêşeya Sûriyê bi cezakirin, bi şer û desttêwerdana derve çareser nabe!

Mamo jî ku elok li dora Silêmaniyê nehiştine, zikê xwe nepixandibû û di hevpeyvîna xwe de, li gel qenata Al-Îraqiye de, gotibû ku alternatîfa Esed ne diyare, yan jî dibe ku misilmanên tundrew bin!

Wey maşaallah ji xwedê re û ji paşayê keremê re!

Law ma me deve nedîtine, ma me pişkulên wan jî nedîtine? Kaka, eger ev ne fen e, ma ev çi dar û ben e? Dema hûn di bin zulma Sedam de bûn, ma kes ma ku we xwe navêt hembêza wî û destên wî maç nekir ji bo alîkariyê? Ji bo we adet bû, ku hemû hêza dinyayê li ser serê Sedam kom bû, lê ji bo Sûriyên reben qephet e? Azadî ji bo we helal e, lê ji bo gelê Sûriyê heram e? Partiya Baas a Sedam dirinde û faşist bû ,lê ya Bişarko û bavê Bişarko nermik û rindik e? Ne ew gû ji wê karêzê ye! Ez rastiyê ji Mamê delal û Hoşyarê deng zelal re bêjim, ku heta niha, rêjîma Bişarko wan bi du qirûşan jî nakire û Kurdistana wan wek Israîla duwem dibîne û bi sedan têrorîst şandin Iraqa wan a delalî. Îca law hûn bergiriya çi li wî ejderha û xwînrijê Sûriyê dikin? Yan hinek hene ku we didin ber devê topê û we dikin qirdikê sersalê? Gelo hûn ji misilmanê Sûryê ditirsin lê ji yên Iraqê natirsin?

Heyran bi xwedê ez fedî dikim bêjim, lê li ser bextê fesad û muxbiran be, dibêjin ku Mamo li Şamê, apartmentek heye û ditirse ku ew mal ji destê wî here ku rêjîma Sûriyê têkçû. Mamê delal, bera xelefa te li xwedê be, eger xaniyê te çû, ez soz didim ku ez xelefê li te vegerînim. Raste milk û malê min tuneye, lê bi nehsed û sîh û şeş telaqan, bîst û çar elokên diya min hene, hema hemû  ji bo te, min filis jî ji te navê! Bera sedqa çûna Qirikdirêjo be û hûn sax!!!!!

Kurdistan

About The Author