Divê mêrê wê rewşenbîr, ciwan û muzîkhez be yabooooo!

Lotikvan û xanima nermik Mijden Salih, hevpeyvînek daye rojnameya Bas û çend lotikên şût û rût avêtine der û dorê.

Mijden a ku xwe şût û rût kiribû û bala box û beranên simbêlboq kişandibû ser xwe, li Hollanda dijî û zarokek wê heye. Lê xuyaye piştî ku wê mêrê xwe berdaye /yan mêrê wê ew berdaye, bêrîya zewacek nuh kiriye û diyar dibe ku cacîqa bê xiyar ne xweş e û nayê xwarin.

Mijden Salih a sincirî û agirpêketî, di hevpeyvîna xwe de banga zewacê dike û şertê xwe jî dibêje:

Mêrekî rewşenbîr, ciwan û muzîkhez kuro!

Divê mêrê wê ne tenê rewşenbîr, ciwan û muzîkhez be, divê multîtalent be, divê piştgirîya wê bike û karê malê jî bike. Yanî; divê qûna zarokê jî bişo, divê pêşmalkê bide ber xwe û firaxan jî bişo, filan û fîstan.

Li ser bextê zinêkar û doxînsistên Hollandayê be, dibêjin êşa zewacê li mejîyê Mijden xanimê xistiye û ji ber vê êşê jî rebenê diçe cem psîkolog û terapîyê dibîne.

 Erê lo, mêrekî rewşenbîr, ciwan û muzîkhez!

De haydê Kurdino, vê fersendê ji destê xwe bernedin!

Heke hûn rewşenbîr bin, ciwan û muzîkhez bin, kebanîyê malê bin, sêva xwe li serê Mijden Salih xin û dora xwe deynin ser tenûra wê.

Bilezînin berî go yekî Tirk şewk û tora xwe bavêje Mijdenka me law!

Amsterdam

About The Author