Kilîlîlîlîlî, 2 xwendevanên Rûdawê bilêtên firokeyê qezenc kirin

Di tîrûpişka yekemîn a rojnameya Rûdawê (Çapa Ewrûpa) de, 2 Kurdên rûniştvanên Swêd û Almanyayê bilêtên firokeyê bo Kurdistanê qezenc kirin.

Roja 29.11.2011 li avahiya rojnameya Rûdaw Çapa Ewrûpa ya li Almanya bajarê Kolnê yekemîn tîrûpişka Rûdawê hat lidarxistin. Tîrûpişk ji aliyê çalakvana kurd a rûniştvana Almanya Derya Kiliç ve hat rakêşan. Kiliç li Almanyayê endama Desteya Serkirdayetiya Partiya Çep (Die Linke) ya herêma Nordrhein-Westfalen e û li herêmê berdevka karûbarên koçberî û întegrasyonê ye. Ji bilî vê yekê jî sernivîskarên Rûdaw yên Çapa Ewrûpa û rêveberê bazarê yê Kompanya Rûdaw Media GmbH çavdêriya rakêşana tîropişkê kirin.

Xelatên yekemîn tîrûpişka Rûdaw Çapa Ewrûpa ji 2 bilêtên firokeyê yên ji bo çûnûhatina bajarên Hewlêr û Amed ên bakûr û başûrê Kurdistanê pêk dihat. Ji bo qezenckirina yek ji wan bilêtan, pêwîst bû her xwendevanek 4 kuponên ji hêjmarên Rûdawê (Çapa Ewrûpa) yên cuda berhev bike, nav û hêjmara telefona xwe li ser wan kuponan binivîsine û ji Kompanya Rûdaw Media GmbH a li bajarê Kolnê re bişîne. Kesên aboneyên Rûdawê jî dikarin beşdarî tîrûpişkê bibin.

Di tîrûpişka yekemîn de 118 xwendevan beşdar bûn û kupon şandin. Di encamê de rakêşana tîrûpişkê  de du welatiyên rûniştvanên Swêd û Almanyayê xelat wergirtin.

Kesên xelat wergirtîn

Mûzafer Ozgun: rûniştvanê bajarê Kolnê yê Almanya ye. Bilêta firokeyê ya çûnûhatina bo bajarê Bakûrê Kurdistan Amedê wergirt.

Xalid Bozurg: rûniştvanê bajarê Sundbybergê yê Swêdê ye. Bilêta firokeyê ya çûnûhatina bo bajarê Başûrê Kurdistan Hewlêrê wergirt.

Tîropişka duyemîn kengî ye?

Tîrûpişka duyemîn a Rûdaw Çapa Ewrûpa despêka sala nû tê rakêşan. Xwendevanên Rûdawê û kesên bixwazin dikarin ji hemû welatên Ewropayê tevlî tîrûpişkê bibin û ji bo zanyariyên zêdetir ên derbarê kirîna rojname û bidestxistina kuponan peywendiyê ligel telefon û e-maila jêr danin:

e-mail: info@rudaw.eu

Tel: 0049 – 152 548 656 61

Malper: www.rudaw.eu

About The Author