QENC KİRIYE

 Komîteyek sosyologan di derbarê hesudîyê de vekolînekê dike. Li ser bûyerek bûyî mînak didin û  ji jinên (pîrek) cîhanê  pirs dikin  û dibên  “ Mêrê te bi jinikek  dosta xwe re bê girtin, tuyê çi bikî? Çi bêjî ?

 Jinika Îngilîz dibê “ Ez tiştekî nakim û nabêjim jî

 Jinika Fransiz dibê “ Ezê biçim  ba delalîyê xwe bila ew li  ber dilê min bide

      Jinika Îtalyan dibê “ Ezê herim wê jinikê bikujim

      Jinika Yunanî dibê “ Ezê herduyan jî bikujim

      Jinika Tirk dibê “ Ezê bêjim na, mêrê min tiştekî wilo nekiriye

      Dor tê jinika Kurd, ew dibê “ Ezê bêjim heke mêrê min kiribe qenc û xweş  kiriye “ werhasil.

Bavo ez difikirîm min digot “ Ev parlamenterên me, melayên me û şaredarên me li Bodrum’an li odeyên otêlan bi jinikên nermik û germik  re tên girtin, gelo çima pîrekên wan bêdeng dimînin, bertek nîşan nadin ?!”  

Nexwe, di bin de, di hîm de  ev tespîta sosyolojîk heye!

Ez  belengazê xwedê çi zanim karên çirto virto, yên kirine bila serê xwe pê re biêşînin, ma ji me re çi  lo…

About The Author