Lotikek Kurdewar li Erdo ket!

Çapemeniya tirko û derdora Erdo vedişêrin, lê rewş û tenduristiya Erdo ne baş xuya dike. Hin dibêjin, kwînêr di qûnê de derketiye. Hin dibêjin, rêviya zêde kin bûye dirêj nabe. Hin dibêjin, gû di qûnê de esiriye, nikare derkeve destavê (Dema derdikeve destavê jî, ew mîratmayê gû wek bişkulên nêriyên hulorî jê dikevin). Hin dibêjin, qaçikî bûye. Hin jî dibêjin pênçeşêr e.
Lê tew ez dibêjim ji van ne yek e jî. Hebe tune be “nexweşiya kurd” tê de derketiye û bi şerefa Mele Menîrê şahê pîrekên bî, tu hekîm jî nikare jê re bibe derman. Av û av çû! Hema ji niha de rahma Xwedê lê be. Law bêyî destûra Xwedê me rahm lê barand. Lê ditirsim Xwedê jî qêmîşî rahma xwe neke.

 Belê, ev hefteyek e ku çapemenî û raya giştî bi agahî û nûçeyên derbarê Erdo radibin û rûdinên. Erdokê me jî ketiye qula xênî û deng jê dernakeve. Hindik maye rêhevalên wî ji bo şûna qûna wî çavên hev derxin, lê mixabin Erdokê me hay ji bayê felekê tune, serî li ser pêxîla jinê di xewa hirçê hirmêhez de ye.
Me jî ji vê bêdengiyê gûman kir û me da pey şopa Erdo. Me got gelo sedema bêdengî û derneketina ji qûla xênî çî ye? Çima Erdo qul bi qul ji çapemenî û raya giştî direve?
Û bi ya min, kesî jî jê re ne gotiye devê te qantir an pozika sola te xwar e. Çima xwe ji sevgili gelê xwe vedişêre, bi serê wezîrê wî yê karê hundurîn Îdrîs Nayîm Şahîn nizanim…

Wek her kurdî, kurdê ez jî pir li ber ketim û min xwest derbarê nexweşî, nerehetî û aciziya wî de lêkolînekê bikim. Baweriya min bi tipa tirkî û cîhanê nehat, min xwe avêt ser teqleyan û ber bi Mêrdînê ve gindirbûm. Ji mêj de navê hekîmekî navdar, jîr, zana, serkeftî û piçekî dînoke hatibû guhê min. Profesor du caran doçent sê caran doktor Eşûrê Şpiyadirî. Min xwest li ser nexweşî, nerehetî û aciziya Erdo bi birêz nizanim çend caran profesor doçen û doktor Eşûrê Şpiyadirî re hevpeyvînekê çêbikim.

D: Birêz Şpiyadirî, Ji xwe me li hal û ehwalê hev pirsî bû, hewce nake em wextê xwe beradayî derbas bikin. Wek tu jî zanî Erdokê me nexweş e û ji qula xênî dernakeve. Bawer im kêm zêde hayê te jî ji nexweşî û nerehetiya wî heye. Derbarê nexweşiya wî de cûrbecûr kurtepist û paşgotînî hene. Gelo di vî warî de fikir û nêrîna te çî ye.

P.2D.3D. Şpiyadirî: Ser çava xorto. Belê, Xwedê lê bê rahmê, lê ne bawer im, ji ber ku Xwedê jî xapand. Ew mijareke din e û em vegerin ser mijara xwe. Berî her tiştî ez ne alimekî beradayî me û berî biryardayinê jî ez lêkolînên berfireh dikim. Li ser nexweşiya vî necamêrî jî li gorî zanîna xwe min lêkolîneke berfireh kir. Bila kes derewan neke û xwe nexapîne. Nexweşiya wî ne bapêş e, ne almewt e, ne zikêşbûn e, ne dil e, ne bilxwir e. bibore, bilxwir ji ku derket. Nahlet li çavê şeytên bê! Belê me digot çi? Ne pençeşêr û ne jî pençerêx e.

D: Birêz Şpiyadirî, ne ew e, ne ew e, ne ew e. te tişt nehişt. Naxwe çî ye?

P.2D.3D. Şpiyadirî: Xorto, li gorî nîşaneyên wî ez giham encamek wiha.

D: Tu giha çi encamê birêz Şpiyadirî? De zû zû, ez, bibore gel meraq dike?

P.2D.3D. Şpiyadirî: Zimanê xwe di xwe ke û hiş be. Ez pê de têm. Carek din jî peyva min qut neke.

D: Bibore Şpiyadimîze. Fermo, berdewam bike.

P.2D.3D. Şpiyadirî: Ne Şpiyadimîze, Şpiyadirî. Ê Şpiya dimîst rahmetya dapîra min bû.

D: Waa! Ma qey yek normal di malbata we de tune?

P.2D.3D. Şpiyadirî: Belê hebû. Rahma Xwedê lê be. Rahmetiyê kalikê min wek her camêr û canikê bi rûniştî dirî û dimîst. Lê udrekî wî yî biçûk hebû. Piştî kirina gûyê xwe radihişt darikekî û bi gûyê xwe dilîst û dema hinek li ber wî re derbas dibûn jî, bang wan dikir digot, “fermo werin em bi hev re bixwin.” Axir dev ji malbata min berde û em vegerin ser meseleya xwe.

Em werin ser Erdokê xwe û nexweşiya wî. Nişaneyên vê nexweşiyê giş dihere li nexweşiya kurd disekine. Nîşaneyên vê nexweşiyê jî…

D: Haa! Min ê jî ew bipirsiya. Nişaneyên vê nexweşiyê çi ne?

P.2D.3D. Şpiyadirî: Ez ê xal bi xal pê de werim da ku raya giştî fêhm bike.

1: Mirov dest bi derewan dike
2: Guhên mirov nema dibihîzin.
3: Çavên mirov nema dibînin.
4: Dil dibe pembo, nema tiştekî hîs dike.
5: Ûjdan ber davê.
6: Û mirov ji mêranî dikeve.
7: Şeş, navê Xwedê û pêxember xweş.

D: Birêz Şpiyadirî, dermanê vê nexweşiyê heye? Mirov ji vê nexweşiyê rehet dibe?

P.2D.3D. Şpiyadirî: Belê, belê, heye. Lê çareseriya vê nexweşiyê min dît. Ji min pê ve bila tu kes derewan neke û nebêje ez karim.

D: Birêz Şpiyadirî, ka çi ne? Tu karî ji me re bibêjî?

P.2D.3D. Şpiyadirî: Ez ê wek reçete xal bi xal bibêjim.

1: Divê mirov birî û bixwe.
2: Divê mirov li kerê siwarê, lê ji dêleva kerê bizire.
3: Divê mirov li bin kela Merdînê şûtîtazî xwe bide ber bayêkur.
4: Divê mirov 99 caran lêborînê ji kesên dilşikestî bixwaze.
5: Divê mirov li navenda Amedê li ser lingekî bisekine û 1071 caran bi dengekî bilind bibêje, “Kurdistan”
6: Ya herî girîng divê mirov rojekê berî rojekê hînî kurdî bibe.
7: Şeş, navê Xwedê û pêxember xweş û nexweşiya kurd mirov dike zebeş.

About The Author