Qaşo şeva piştgiriya şoreşa Surî bû

Roja 27.11.2011 Hevrêza Brêmen  şevek piştgirtiya şoreşa Sûrî li dar xist.

Doh xortên Kurda li Brêmen şûşak wiskî ji bo Derha  û yek Votka ji bo sofiyên Himsê kirin diyarî.

Neyse ez serê we neêşînim, qaşo piştgirîbû lê piraniya millet ji bo wêneyên xwe bigrin û ji dadgehên Almanan re bişînin hatibûn wir û hunermendên me jî şûşe li hev didan û bîra diyarî  şehîdên şoreşa Sûrî dikirin.

Alahwekîl û bi sê telaqên jin berdanê, ev xortên me xweya dike tegelit bi wan re çêbuye, ji ber vê ye 399 tensiqyat çêkirine û carna jî konê vexwarinê di bin navê piştgiriya şoreşê de li bajarên Ewrûpa vedikin.

Ez çûm û min dît û xwezî min nedîta. Bawer bikin ew jî nepoxên vala ne  û ne bi kêrî defê û ne bi kêrî zirnê tên. Lê aşhedû bilah ji fisteq û dendikan re, ji aprax û wiskî re, ji bîra û zeqilmutên din re jêhatî ne.

De agirê Humsê bi qula we ketino, yan wek xelkê bikin, yan jî li mala xwe rûnin û têra xwe apraxan bixwin!

Hunermendên tirtire li wir  bûn mina ; Feqihê çivîka, hunermendê gerimik û nermik Zubêr Salih û feqîrê Ebasê me jî li wir bû. Bi quran nepixîbûn ji vexwarinê, millet jî hema çeqeçeqa kamera wan bû, sûret digirtin û dimdim ji bin lingê xortan dihat hingî xwe radikirin û xwe li erdê doidan. Gelek xort jî hingî zuqumî bûn wek mirîşka gêj li wan hatibû.

Ji bo ez ji bîr nekim telfizyona Al Cezîrê jî zindî weşan dikir.

Dûrişmeya xortan ev bû: Ala, Sûriya, Wiskî û bes!

ahmedekershewti@yahoo.com

About The Author