Bereketa xwedê li medreseya Kurdî be, nehişt ku ev ziman tune bibe

Em îro roportjek girîng didin weşanê. Me bi mamoste û lêkolînerê heja Zeyneladin Zinar ve roportajek pêk anî.De keremkin…

XeberênKurdî: Hûn rewşa kurdiya îro çawa dinirxînin?

ZEYNELABIDÎN ZINAR:Dema em behsa nirxandina ”Kurdiya îro” bikin, divê em axaftina Kurdî bikin du beş. Beşek lewaz e û beşeke pêşketî ye. Beşa lewaz, axaftina Kurdî li Tirkiyê ye. Beşa pêşketî jî, li derva ye.

X.K-„Qedexekirina Zimanê Kurdi bandoreke çawa li ser fonetika Kurdî kiriye (x,q,w)?

Z.Z: Ev pirs, balkêş e. Qedexekirina zimanê Kurdi di van 80-85 salên bihurî de, du bandorên pir xirab derxistine holê. Bandorek jê rasterast li Tirkan hatiye kirin, bandora din jî li Kurdan çêbûye. Bandora ku li Tirkan çêbûye, Tirk pê ji dîn û îmana xwe averê bûne. Bandora ku li Kurdên Bakur jî bûye, ew pê ji ziman, tore û nijada xwe dûr bûne.

Em li virê rewşa Kurdan bihêlin, vegerin ser rewşa Tirkan. Îro Tirk hemû bi fonetîka Alfabeya Tirkî perwerde bûne û nikarin mexrecê tîpa X,Q û Wyê derxînin.

Mînak I: Navekî Xwedê XALIQ e, yanî her tiştî afirandiye. Lê Tirk dibêjin HALIK. Ev peyv jî di Erebî de tê wateya HÎLAK/tunebûn. Haşa summe haşa!!!

Mînak II: Ev ayeta Qurana pîroz ku dibêje:Qul eûzû bî rebb-îl Feleq.. Peyvika ”qul”ê di Erebî de fermanî ye û wateya wê ango BÊJE (soyle). Lê belê Tirk dibêjin KUL. Îcar wateya ”kul”a fermanî di jî di Erebî de  ji bo xwarinê, yanî BIXWO/BIXWE

Peyvika FELEQ jî, bi wateya jihevcudabûnê ye. Lê belê Tirk dibêjin FELEK îjar wateya felekê di Erebî de  bi giştî hemû sîstema asîmane.

Mînak III: Ev tîpa Weyê jî ku daçekek e û di Qurana pîroz de bi sedê caran dubare hatiye bikaranîn, Tirk wek dengê Vyê dixwînin. Mesela: Navekî Xwedê WEDÛD e. Lê dema Tirk vî navî bi lêv dikin, dibêjin VEDÛD. Ev nav jî, nayê tu wateyê. 

X.K– Pirr caran tê gotin ku xwendina Kurdî pêşve diçe. Lê  Zana Farqînî gotiye ku “Belê xwendina Kurdî zêde bûye, lê axaftina Kurdî jî kêm bûye.” Hûn wê tesbîtê çawa dibinin?

Z.Z: Rastiya vê peyitandinê, rasterast bi Kurdên Bakur û yên li Tirkiyê ve ye. Lewra min bi xwe jî eynî ev gotin du-sê sal berê, di semînerên xwe de li Stenbol û Diyarbekirî diyar kiriye. Bêguman axaftina bi zimanê Kurdî li van deverên ku hatin gotin, pir lewaz bûye û piraniya nivşên nûhatî pê napeyivin. Ev hawe jî, xetereke pir mezin e.

X.K- Hefteya bihurî li Zaningeha Tunceliyê tiştekî ecêp çêbû; Rektorê Zanîngehê got ku ‘ Tu Xwendekarî Dersên Kurdî û Zazakî yên bijare tercîh nekiriye” Ev rewş ji bo pêşeroja Kurdî  sînyalek çawa ye?

Z.Z: Eger rektoriya Zanîngeha Dersên Zimanê Kurdî dabeş bike û bi navê “Dersên Kurdî û Zazakî” binirxîne, ango herwekî ev herdu zarava du zimanên cuda ne, nîşana xurtiya asîmîlasyonê li Dêrsimê eşkere dibe. Ji ber hindê, mafê xwendekaran jî heye ku nerazîbûna xwe ji bo vê yekê bi nemuracaetkirinê diyar bikin.Lê belê îsal li Zanîngeha Mûşê tenê ji bo girtina 20 xwendekaran dema ku daxuyanî hatiye beyankirin, li dora 700î xwendekar daxwazname dane rektoriyê da bi zimanê Kurdî bixwînin. Parêzgeha Mûş û Dersimê pir ji hev ne dûrin jî, newxwe divê her kesê xwediyê aqilê yeklem bisêwire ka çima ev rewşa xirab li Dêrsimê derketiye holê.

X.K-Zimanê Kurdî bi piranî di asta devkî de bû, lê niha êdî derbasî asta nivîsîn û weşanê dibe. Ev yek jî bi xwe re probleman çêdike. Mesela, piranîya Kurdan dibêjin ‘Em ji kitêb û televîzyonan fêm nakin.’ Ev rewş çawa wê bê çareserkirin?

Z.Z: Çareserkirina vê rewşa xirab, bi destên dewletê ye. Eger Tirkiye di 1926an de Zimanê Kurdî qedexe nekiribûna, niha zimanê Kurdî jî wê di sawiya zimanê Tirkî de xwe dabûna bicihkirin.

Eger perwerdehî, xwendin û nivîsandin di 80-85 salan de bi zimanekî neyê kirin, ew ziman tune dibe. Lê dîsa jî, bereketa xwedê li medreseya Kurdî be, nehişt ku ev ziman tune bibe.

Çareseriya vê gelşê jî, ev e ku dewlet zimanê Kurdî têxe binê garantiya Zagona Bingehîn û perwerde ji dibistanê heta zanîngehê pê çêbibe. Hingê çewa ku niha gelek cuwan dibêjin ku ew dixwazin bibin mamosteyê zimanê Tirkî, wê ew bixwazin ku bibin mamosteyê zimanê Kurdî jî. Hingê gelş çareser dibe û wê piranîya Kurdan êdî nebêjin ku ‘Em ji kitêb û televîzyonan fêm nakin.”

X.K- Li gor binavkirina min ”Kurdên Ferhengê” hene. Dema ku dizgîna weşana Kurdî di destên wan de be, li ferhengê dinihêrin. Heke peyva ku dixwazin di ferhengê de hebe bi kar tînin, eger tunebe bi kar naynin. Mana ferhengan û  bikaranîna ferhenga çawaye?

Z.Z: Çi kesê ku di zimanekî de ne serbest û dagirtî be, dema ew gotarekê, naverokekê dinivîse, jê re çavkaniya herî mezin ferheng in. Lê belê çi kesê ku umîd û vîna xwe bide ser ferhengan û hêj binivîse, ew piştre nivîsa xwe û naveroka wê ji bîr dike. Ji ber hindê di vî warî de divê ku mirov giraniya xwe bide ser zanîna xwe ya bingehîn û hêj binivîse. Diyar e ku ew zimanê mirov pê xewn, raman û sêwirandinên xwe neke, ji mirov re biyanî ye. Îcar her kes bi xwe dizane ka çi qeder filan zimanî dizane yan nizane.

X.K- Piranî Kurd heta niha li Tirkiyê bê ziman bûn; çimkî bi Tirkî nizanibûn, ji ber nezanebûna bi Tirkî pir gazin û lome li Kurdan dihatin kirin. Îro jî Kurd Kurdên Ferhengê lome ji Kurdan dikin. Dema ku xeletiyek di axaftin an nivîsê de hebe, Kurdên Ferhengê wek dedektîf radibên ser pêyan. Gelo rastîya Kurdî çiye?

Z.Z: Rastiya axaftina bi Kurdî ev e ku mirov li gor axaftina bab û bapîrên Kurdan, rast û durust û bi forma qalibê rêzimana Kurdî bipeyive. Axaftina bi vî hawayî jî, divê ku mirov bi Kurdî xwendibe û di binê zexta heşifandina zinamekî biyanî de jî neheliyabe. Di xala şeşan de jî, hinek behsa vê yekê hatiye kirin.

X.K- Hewlek heye ku dixwaze Kurdî bibe zimanekî sekuler. Lê mezinên me her tim dibêjin ”Xwedê ji te razî be.” Lê belê niha bi tenê “Spas dikim” di rewacê de ye û “Siba te bi xêr be” hat jibîrkirin, di şûnê de jî “Rojbaş” tê gotin.  Gelo li gor we ev ne wek mudaxeleyeke asîmîlasyona zimên e?

Z.Z: Pêşî divê eşkere bibe ku heşifandin (asimilasyon) çi ye û çi tîne serê zimanan. Çendî ku ev babet pir fireh e, lê bi kurtî dikarim bêjim ku heşifandin dema ji aliyê zimanekî serdest û bi hêz ve li zimanekî ku derfeta xweparastinê jê re tune be tê kirin, ev ziman di nava 25 salan de hebûna xwe ya zanistî wenda dike û ber bi mirinê ve diçe. Wek mînak, ew heşifandina ji alitê Tirkîtiyê ve ku bi damezirandina Komara Tirkiyê re li zimanên li Anatoliyayê kiriye, di nava 20-30 salî de bi dehan zimanên dî wenda bûne, lê zimanê Kurdî ger bi hindikî û lewazî be jî xwe parastiye.

Îcar em werin ser peyvika SPAS û ROJBAŞê. Ev herdu peyvikên xwemalî, bi piranî ji aliyê zana û rewşenbîran ve têne bikaranîn. Bikaranîna van jî, wek mudaxeleyeke heşifandinê ji Kurdî re nayê dîtin. Lewra ev peyvik û hinên wek van, 300-400 sal berê jî ji aliyê oldarên Kurd ve hatine bikaranîn. Lê belê xelkê Kurd niha jî peyvika SILAV, XWEDÊ JÊRAZÎ, SIBA TE BI XÊR û ÊVARA TE BIXÊR bi kar tîne.

X.K:- Hinek Kurd jî hene di zimên de nijadperestî dikin û dibêjin peyvên ku ne Kurdî bin, divê ji nava Kurdî derkevin. Ev daxwaz di cih de ye yan na?

Z.Z: Ev daxwaz, daxwazeke şaş e û ne karê mirovatiyê ye. Herwekî Kurdek bêje, kesê ku ne Kurd be, bila ji welatên Kurdan derkeve, gunehkariyeke mezin e.

Hemû zimanên li dinyayê, peyv û term ji hevûdu wergirtine û werdigirin. Herweha hemû zimanên li gêtiyê, şan û nîşan û ayetên xwedê ne. Di Qurana pîroz de jî gelek peyvên zimanê Kurdî hene. Wek mînak: Daçeka kilîta Quranê ya pêşî ku Bismillahirrehmanîrrehîm e (çendî ku di Farisî de jî heye) ew BI ji zimanê Kurdî hatiye wergirtin.

X.K– Dewleta Tirkiyê ‘Mem û Zîn’ çap kir û TRT 6 vekir. Hûn van gavan çawa dinirxînin?

Z.Z: Vê pirsê dîsa gotina Hayrullah Yildiz ê Qeymeqamê Êlihê anî bîra min ku di 1982-83an de dema ku min bi Kurdî xeber dida, hate ba min û got: ”Eşşekçe konuşma.”  Ew qeymeqam peyayê partiya CHPê bû û digotin qaşo ”Dostê Kurdan” e jî.

Ez TRT6ê û beşa Kurdî li Zanîngeha Mêrdînê wek şoreşeke bêxwîndarî ku serkeftin bi dest xistiye dibînim. Helbet lehengê vê şoreşê jî, rêzdar Teyîb Erdogan e.

Herweha çapkirina pirtûka nemir Ehmedê Xanî jî, ji aliyê nirxdariyê ve karekî mezin e. Lê ev ne bes in, lewra Kurd neteweyekî kevnare ye û bi Tirkan re peymana biratî û dostaniyê di 1516an de bi serokatiya Mewlana Idrîs Nedlîsî û Selîm (pişûtre bûye Yavuz Sultan Selîm) li Amasyayê  imze kiriye. Divê Tirkek li Tirkiyê xwediyê çi mafî be, Kurdek jî xwediyê her eynî mafî be. 

X.K– Mamoste pirsgirêka herî mezin ev e ku malbatên Kurd nikarin bi serê xwe Kurdî hinî zarokên xwe bikin. Hûn ji bo çareserkirina vê problemê bi kerema xwe çi pêşniyaran didin?

Z.Z: Ev gotin rast e û di cihê xwe de ye ku malbatên Kurd nikarin bi tena serê xwe zimanê Kurdî fêrî zarokên xwe bikin. Eger zimanê Tirkî jî di rewşa zimanê Kurdî de bûya, malbatên Turk jî nikaribûn zimanê Zikmakî fêrî zarûkên xwe   kiribûna.

Fêrbûna zimanekî divê ji aliyê dewleta ku ew ziman di nava sînorên wê de ye ve bête kirin û divê nanê mirov jî ji wî zimanî derkeve. Eger ne wisan be, fêrbûn pir zehmet e.

Daxwaza min ji dewletê ev e ku miletê Kurd û zimanê Kurdî têkevin bin parastina Zagona Bingehîn û ji dibistanê heta zanîngehê zimanê Kurdî bi rêkûpêk bê xwendin. Herweha dê û bav jî bi zarûkên xwe re bi Kurdî xeberdin û zanayên navdar ên wek Ehmedê Xanî, Melayê Cizîrî, Mele Seîdê Kurdî û hwd. bi wan bidin naskirin.

X.K- Ji bo Kurdî xiyala we ya herî mezin çiye?

Z.Z: Riya aqil, li her devera dinyayê yek e. Vîn û ramana min a herî dawîn û aqilane ev e ku Turkiye û neteweyê Kurd destên biratiyê bidin hevûdu û Kurdên Îran û Îraq û Sûriyê jî bi Tirkiyê ve yekere bibin û herdu welat wek federal digel yek têkevin nav Yekîtiya Ewrûpayê. Wê hingê tiştekî ku çareser nebe, namîne.  

X.K- Em spas dikin ku we em neşikandin û van bersivên giranbiha dane me.

Z.Z- Ez jî spas dikim û serkeftin ji we û saziya we re dixwazim.

Xeberên Kurdî

About The Author