Lotiknasan gerestêrkek wek gerestêrka me dîtin

Gerdûnnasên Lotikxanê li navenda LotikNasa ya esmanî gerestêrkek dîtine gelekî ser bi gerestêrka me diçe û dibe ku hebûna avê jî lê hebe.

Gerdûnnasên rêxistina Nasa ya ji bo lêkolînên esmanî, piştî lêkolînên sererd û binerdîn, karîn gerestêrkekê bibînin ku gelekî ser bi zevîya me ve diçe û dişibe gerdûna me. Li gora ku lotikvan û zîtirkvanên Nasa dibêjin, cihê wê gerestêrkê li nêzîkî sitêrkek weke rojê ye û tu dibê qey cêwîyê gerdûna me ye.

Li gorî raportek BBC, ev gerestêrk bi “Kepler 22-b” hatiye bi nav kirin, meznahiya wê 2.4 caran ji zeviyê mezintire û germahiyê wê 22 c pileye.

Astrologên Navenda Lotikxanê li gel gerdûnnasên ser bi Nasa, di kongireyek rojnamevanî de, deskeftiyên Teleskopa “Kepler 22-b”  weha ragihandin û bi şeş telaqên jinberdanê sûnd xwarin ku heta weke niha gerestêrkek wek vê ku nêzîkî şêweyê cîhana me ye, nehatiye dîtin.

Kepler 22-b , beramber dûriya navbera zeviyê û rojê de bi rêjeya %15 ji roja xwe nêzîktire û li ser vê gerestêrkê salê 290 roj in.

Roja gerestêrka Kepler 22-b bi qasî 25% tîrêj ji yên roja me kêmtirin, ji bo vê yekê, pileya germahiyê navîne û ji ya cîhanî kêmtire, lewra ev dibe sedemek alîkar ku av lê peyda bibe.

Astrologên sererd û binerd ên LotikNasa, niha li ker û qantirên xwe siwar bûne û berê xwe dane ezmanê heftan, hema hema nêzîkayî li Kepler 22-b kirine. Heke lotikvanên me av û hewayê li ser Kepler 22-b bibînin, bi xêr û selamet emê konê xwe li nav milê xwe bikin û li gerdûna nuh, li Kepler 22-b bi cîh bibin.

LotikNasa ji niha ve erd û zevîyên Kepler 22-b difroşe gelî xwendevanan. Erd û zevîyên gerestêrka Kepler 22-b ji bo xwendevanên Lotikxanê 50/50, ango fîftî fîftî erzantir e. Dereng nemînin û serî li LotikNasa bidin….

About The Author