Wêneyên veşartî li pişt bûyerên Zaxo û Badînan

Roja îniya çûyî 02.12.2011ê, bi pilanek pêşwext amadekirî, hjmarek xurt û gêncan êrîşî dikanên meyfiroştinê, senterên masajê, hotel, gazîno û çend cîyên din yên tûrtîstîkî kirin û ew şewitandin û herwesa çend baregayên Yekgirtuya Îslamî jî hatin şewitandin. Her ji destpêka qewimîna wan bûyeran aliyên îslamî hatin tawanbarkirin. Lê diyar bû pîlanek mezin û berfireh bû ji bo têkdana rewşa emnî û çanda pêkvejiyanê di navbera netewe, ol û mezhebên cihê de li herêma Kurdistanê ew pîlan hatibû amadekirin.

Hema bêje piraniya siyasetmedar, rewşenbîr, parlamenter, rojnamevan û kesayetiyên din  li ser yek xalê hevfikirin ku ew bûyera li Zaxoyê qewimî bûyerek normal nebû, ew pîlanek bû û destên derve li pişt wan bûyeran hene û bi hindek aliyên îslamî li herêma Kurdistanê wê pîlanê bi cî tînin.

Yên ku ew pîlan li dijî  herêma Kurdistanê amade kirî, gelek bi zanayî, şarezayî û jîrî amade kiriye. Dixwestin li têla herî hesas ya herêmê bidin ku ew jî pêkvejiyana li herêma Kurdistanê ye û aloziyê di navbera netewe, ol û mezhebên Kurdistanê yên ku bi sala ne pêkve dijîn çêkirin, bi taybetî li devera Badînan û aramtirîn deverê li Îraqê û li herêma Kurdistanê jî.

Lê heta noke ew destê derve ku li pişt wan bûyeran heye  bi zelalî ji aliyê tu kes yan alî ve nehatiye diyarkirin û sedem jî, ka çima herêma Kurdistanê û bi taybetî devera Badînan bo armanc weke pêwîst nehatine analîzekirin.

Pîlana ji bo ser herêma Kurdistanê, têkdana rewşa aram û çanda pêkvejanê,  pîlanek du serî ye. Serekî pîlanê ji derveyê Kurdistanê û serekî din yê pîlanê ji navxweyîya  herêma Kurdistanê tê. 

Di van heyaman de çend pêşkeftin li herêma Kurdistanê çêbûn û Hewlêr wek merkezek siyasî yê giring li Rojhilata Navîn bi navûdeng bûye.

1- Serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî pêşwazî li şandeya kongreya netewiya Kurdên Sûrî kir û piştgiriya herêma Kurdistanê ji bo daxwazên gelê Kurd li Sûriyê nîşan da. Helbet wezîrê derve yê Sûriyê di gelek minasebetan de gotiye ku yê pêşwaziya opozisyona Sûrî bike jê nayê qebûlkirin.

2- Berî demekê Beşar Esed, serokê Kurdistanê vexwandibû ku serdana Sûriyê bike. Lê serok Barzanî got ku rewşa Sûrî ne misaîde di vê demê de serdana Sûriyê bike û ew serdan red kir. Ev jî bû kulek li ser dilê desthilatên Sûrî.

3- Serokatiya herêma Kurdistanê, ji bo amadekariyên kongireyek netewî ku hemû parçên Kurdistanê beşdariyê tê de bikin komîteyek pêk aniye û amadekariyên sazkirina kongreya netewî ber bi dawiyê ve diçûn. Ev yek jî ne li gor berjewendiyên dewletên cîran e. Dewletên cîran xwestin rewşa herêma Kurdistanê aloz bikin ku ew kongreya netewî çê nebe.

4- Serdana serokê Kurdistanê ji bo Tirkiyê ne li gor hinek daxwazên Tirkiyê bû û serok Barzanî li Tirkiyê got ku divê Tirkiye pirsa Kurd bi rêya aşitiyê çareser bike, dev ji metodên leşkerî berde û herêma Kurdistanê di warê leşkerî de bi tu awayî alîkariya Tirkiyê nake. 

5- Serokatiya siyasî ya herêma Kurdistanê rolek mezin dilîze  ku  PKKê û Tirkiyê razî bikin û agirbestek domdirêj îlan bikin. Leşker û hindek aliyên siyasî yên Tirkî, Îran û Sûriye naxwazin di vê qonaxê de PKK digel Tirkiyê agirbestê îlan bike. Tirkiye li dijî Sûriyê piştevaniya opozisyona Sûrî dike. Îran û Sûriye jî dixwazin PKK wek alet û zixtekê li dijî Tirkiyê bikar bînin.

6- Rola serokatiya herêma Kurdistanê di çareserkirina pirsgirêkên Îraqê de û bi taybetî giriftariyên navbera Şîye û Sunan de. 

7- Herêma herî aram û bi îstîqrar li Îraqê, herêma Kurdistanê ye. Mesîhî û êzidî yên ku ji tirsa şidet û terorê ji deverên din reviyane, qesta herêma Kurdistanê kirin û bi aramî jiyana xwe berdewam dikin, ne bes mesîhî û êzidî, bi sedan Ereb jî ji naverast û başûrê Îraqê ji tirsa terorê qesta herêma Kurdistanê kirine. Vê alîkariya herêma Kurdistanê, bi taybetî bo mesîhiyan wesa kir ku Ewropa rola herêma Kurdistan û serokatiya wê bilind binirxînin û çend caran Papayê Vatîkanê li ser wan helwestan sipasiya serokê Kurdistanê kiriye.

8- Serdana vê dawiyê ya cîgirê serokê Dewletên Yekgirtiyên Amerîkayê û civîna digel Barzanî û tekîdkirina wî ku herêma Kurdistanê ji bo Amerîkayê giring e.

Ji ber van sedemên li jor û gelekên din, dewletên cîran bi taybetî Sûriye û hevalbendê wê Îran û aliyên Îraqî yên girêdayî Îran û Sûriyê destê xwe xistin nav herêma Kurdistanê û bi alîkariya dostên xwe yên navxweyî xwestin rewşa arama herêmaKurdistanê têk bidin.

9- Bihara Erebî ku nuha bûye Bihara Îslamî û serkeftina partiyên îslamî li Misir, Tunis û Marokoyê germatiyek daye partiyên din yên îslamî li Rojhilata Navîn. Hindek aliyên îslamî yên herêma Kurdistanê jî, bi taybetî Yekgirtuya Îslamî ya Kurdistanê ketiye bin tesîra Bihara Îslamî û sergerm bûye. 

10- Wek me li jor jî got ku dewletên çîran û terefdarên Îran û Sûriyê li Îraqê ji bo têkdana herêma Kurdistanê dixebitin, Yekgirtûya Îslamî jî dixwaze fêdeyê ji wê kodengiyê werbigire û şensê xwe li herêma Kurdistanê tecrûbe bike. Komela Îslamî ya Kurdistanê jî bi awayekî vekirî bi rêya kanalên xwe yên mediyayê piştgiriya Yekgirtûya Îslamî dike.

11- Piştî hatiye yekalî kirin ku di destpêka sala nû de wê PDK hikûmetê werbigire û Nêçîrvan Barzanî bibe serokwezîrê Kurdistanê, aliyên opozisyonê bi rêya Yekgirtûya Îslamî, ji ber ku cemawerê wê ji yên din pêtire li Badînan, ji bona ku şertên xwe yên beşdarîkirina di kabîneya nû ya hikûmeta Kurdistanê de ferz bikin, ev alozî xuliqand.

12- Ne bes aliyên opozisyon, lê hindek kes û berpirsên nav Yekêtiya Niştimanî ya Kurdistanê jî ku, rêkeftinek stratejîk digel PDK heye, ji bo berfirehbûna wan aloziyan rêxweşker bûn. Ev yek jî bi zelalî ji nivîsên Arif Qurbanî rawêjkarê Berhem Salih ji bo karûbarên ragehandinê û serokê saziya Xendam, diyar dibe.

Eve du car in aliyên opozisyon bi rêya şidet û aloziyan hewl didin desthilata herêma Kurdistanê bigirin destê xwe. Di 17ê Sibata îsal de li Silêmaniyê bi alîkariya Îranê û hindek aliyên îraqî, PDK kir hedef û partiyên opozisyonê hewl dan bi rêyên ne qanûnî û şeriî hikûmeta herêma Kurdistanê ji nav bibin û desthilatê bigirin destê xwe, lê bi ser neketin.

Niha jî bi rêya Yekgirtûya Îslamî li devera Badînan dest pê kir û xwestin bi têkdana rewşa arama herêma Kurdistanê û xuliqandima aloziyan navbera netewe, ol û mezhebên herêma Kurdistanê desthilatê bigirin dest. Vê carê jî PDK kirin hedef, lê dîsa jî bi ser neketin.

Êdî wext hatiye ku aliyên opozisyon siyaseta xwe di berçavan re derbas bikin û vegerin ser rêya rast, rêya qanûnî, demokratîk  û şeriî. Bi rêya hilbijartin û dengdanan hewla wergirtina desthilatê bidin.

Rojevakurd

About The Author