Qûş lê qetandin û berê wî dan qulikê

Melle Cemîlê Mûşî

Vêya baş bizanin, çi kesê ku rîha xwe nîv metroyê dirêj kiribe, bizanin ku di bin her tayek rîha wî de şeytanek veşartîye. Yek ji wan şeytanan jî Cubbelî Ahmet efendî ye.

Piştî ku kasêta wî ya seksê eşkere dibe, Cubbelî şeytan efendî xwe davêje tor û bextê Nejat Ergîn (serokê mafyayê) û dixwaze ku kasêta wî ya seksê ji holê rake. Ê helbet axavtinên wî û Nejat Ergîn dikeve tora polîsan û li wan tê guhdarî kirin. Piştî vê lotikê, polîs Cubbelî dişopînin û demek dirêj taqîbatê lê dikin. Di şopandina polîsan de polîs dibînin ku hayhooooooo bê Cubbelî Ahmet efendî çi zinêkar kurê zinêkara ye û wek serokê “Bazirganîya Firotina Jinan” dixebite.

Werhasilî kelam, polîs li Stenbolê taxa Fatîh ê derdixe holê ku şeytan Cubbelî efendî ji Rûsya, Ozbekistan, Sûdan û Fas ê jinan tîne, wan jinan li taxa Fatîh ê di xanîyên taybet de bi cîh dike û her hefte 3-4 caran serdana wan jinên germik û nermik dike, keleşa xwe di nav şeqê wan de diteqîne û berê xwe dide mizgefta xwedê.

Cubelî Ahmet efendî niha ji ber zinêkarîyê û ji ber endametîya çete û mafyayê xistine girtîxana Metrîsê û nîhane qûna wî.

Îcar tembîya min li we be gelî xwendevanên ezîz, hay ji van kesên rîhdirêj û şaşikmezin hebin ji bo xwedê. Bi ellawekîl ku fersend têkeve destê wan, wê bi mavê îslamê paşûpê xwe li we biceribînin û xelas..

Piştre nebêjin xalê me Mela Cemîlê Mûşî em hişyar nekirin haaaaaa…..

Mûş

About The Author