Di ser gû de tişt tên bîra Tirkan

Sila Gençoglû berî pênc salan dest bi muzîkê kiriye û wek Sezen Aksû ya pêşerojê tê qebûlkirin. Sila xanim hem bedew e, hem germik û nermik e û hem jî stranên xweş dinivîse û distrê. Lê heta niha kesî nizanîbû ku ew sitranên xwe di avdestxanê û di ser gû de dinivîse.

Sila Gençoglû hevpeyvînek daye rojnama Bugun a Tirkî û behsa jiyana xwe û hunermendîya xwe kiriye. Rojnamevan jê pirsîye:

“Hinek kes stranên xwe di balafirê de, di trênê de dinivîsin, gelo tu stranên xwe di ku de dinivîsî, bi piranî li ku îlhama stranan tê te qurban?”

Sila xanim çi bêje başe?

Dibêje: “Hûn zanin, bi piranî di avdestxanê de, di ser gû de tişt tên bîra me Tirkan. Ê min jî bi piranî di avdestxanê de îlhama nivîsandinê tê min” û rastîya Tirkan eşkere kiriye.

Werhasilî kelam, xuyaye avdestxane ji Tirkan re kanîya berheman e.

Û em Kurd?

Birastî lo, gelo hunermendên Kurd kengî û li ku îlhama stranan tê wan? Li avdestxanê, li serşokê, li ser livînê, li bin lihêfê, di ser xwarinê de, di trimbêlê de filan û fîstan? Li ku?

Meselen ê min di ser xwarinê de îlham tê min. Ez radihijim du kevçîyan, li firaxan dixim, wek orkestrayê ahengê çêdikim û stranekê çêdikim. Bi taybet gava kutilk û mirîşkan dixwim îlhama min zêdetir dibe, di rojekê de 2-3 stranan dinivîsim.

Û hûn?

About The Author