Selo efendî dîsa pê de rît

Serokê BDP û parêzerê sînorên dewleta Tirko cîgerim Selahattîn Demîrtaş, di Twîtterê de lotikek belav kir, bi xwe de, bi me de û bi temamê milletê Kurd de rît.

Selo efendî yê ku di her wesîleyê de li dijî dewletbûna Kurdan derdikeve, dîsa li dij dewletbûnê derket û dewlet ji Kurdan re abes û heram dît. Siyasetmedarên ku di bin sîwan û şemsîya BDP de tirrê ji Kurd û doza Kurdan berdidin û parêzerîya sînorên dewleta Tirko dikin (Hasîp Kaplan berî çendakê rasterast gotibû “ne ji me be ala Tirkiyê li Kurdistanê pêl nade, em parêzerên ala Tirkiyê ne” ), rojekê tenê jî serxwebûna Kurdistanê neanîne ser zimanê xwe û serxwebûn ji Kurdên xwelîliser re rewa nedîtine.

Selo efendî (ku xwedîyê şîrketan e û piranîya îhaleyên bakurê Kurdistanê di destê şîrketên wî de ne (birastî ev çi bi brayê wî Nûrettîn Demîrtaş hat kesek pê zane?) di Twîtterê de dîsa li dijî serxwebûn û dewletbûna Kurdan derket û xwe li ber dilê cewrikên dêlika Asenayê û Mistoyê Selanîkî şîrîn kir.

Selo efendî dibêje: “Daxwaza dewletbûnê, ji daxwaza demokrasîyek berfireh ne pêşdetir e” filan û jehr û ziqûm.

 Ê heyran, rojekê tenê jî tu li dijî dewletbûna Tirkan derneketiye, tu serxwebûnê ji Filistînîyan re rewa dibînî, tu û hevalên te parêzerî û bekçîtîya al û sînorên dewleta Kemalo dikin, çima ma Filistînîyên qûnreş ji Kurdan çêtirin law? Ê dewleta virqo jî dibêje “ûlûs-dewlet” guneh û heram e, naxwe ferqa te, we û dewletê ma çi cîgerim? Yan hûn dizê qulekê ne, bi şêwir pez dikujin û bi hevre dixwin?

Werhasilî kelam, ez xwelîya heft gundan bi serê Kurdên bakur de dakim û hew…

Enqere

About The Author