Xweş xeber e, lê kî bawer e?

Alîkarê Serokwezîrê Tirkiyê Bulent Arinç, lotikek germik û nermik avêt û got:

 „Nasnameya Kurd berî 30 salî derneketiye, rastîyek 3 hezar salî ye. Ev nayê înkar kirin, heke em înkar bikin emê vegerin berî salên 1980 î“ û serê hefsarê hespê xwe berda.

Xalê me Bulent Arinç,  bi dewamî got ku „Înkarkirina nasnemeyê, wek înkarkirina wî merivî ye. Emê mafê her nasnameya ku em nasdikin bidin wan“ û dilê me xweş kir.

Lê ez nizanim gelo ew mafê ku behs dike ji bo „nasnameya Kurd“ jî derbas dibe yan na? Erê xweş dike, dike ristik û behsa nasnameya Kurd dike, lê ka yê ku bawer bike lo?

Ê law serokwezîrê te Kasimpaşalî Receb jî nasnameya Kurd qebûl dikir wî, lê ka çi bû?

Werhasilî kelam, xalê me Bulent Arinç jî lotikek avêt û bayek ji ber serê xwe berda. Îcar ji xêrê re ye, ji şer re ye, hûn biryarê bidin û hûn sax…

Enqere

About The Author