Girîngîya zimanê Kurdî û helwesta Karayilan

Hewce nake em bi dûdirêjî behsa ziman bikin û bêjin “Ziman nasname” ye. Helbet ziman nasname ye. Ne tenê nasname, ferqîyeta navbera mirovan e jî. Heke ne ji ziman be, tu ferqa min û yekî Tirk, Alman yan jî Swêdî namîne. Belkî em bi reng û dirûvê xwe ji hev bên cudakirin, lê ne ji ziman be ferqa min û reşikekî Afrîkayî jî namîne. Tiştê ku mirovan ji hevdu cuda dike û wan dike neteweyek cuda, helbet ziman e.

Dewletên dagîrkerên Kurdistanê, bi taybet jî dewleta Tirk,  bi vê zanînê herdem xwestine Kurdan asîmîle bikin da ku nasnameya wan nemîne û wek netew wan ji dîrokê rakin. Çawa ku bi asîmîlasyonê gellek kêmneteweyên li Tirkiyê asîmîle kirin û ji dîrokê rakirin, hewlek mezin dan ku heman pelûlê bi serê Kurdan de jî dakin û wan jî bikin wek xwe, bikin Tirk. Her çiqas piştî qetlîamên serhildana Şêx Seîd, Dersim û serhildanên din bi hezaran Kurd koçberî bajarên Tirkiyê kirin û ew asîmîle kirin jî, lê piranîya Kurdan xwedî li zimanê xwe derketin û heta bi îro li ser lingan man. Bi vê xwedîlêderketina zimanê Kurdî hestên netewî jî nemirin û Kurdan bi zimanê xwe hebûna xwe parazt. Ziman nasname ye, ziman hebûn û nebûn, stûn û çîmentoya netewbûnê ye.

Heke em dewleta Tirk deynin alîyekî û bi çavekî din li asîmîlasyonê binerin, emê bibînin ku mixabin PKK jî ji alîyekî ve bûye alîkarê vê asîmîlasyona malkambax. Bi taybet kadroyên ku bi navê çepîtîyê ketibûn û ketine nava PKK, di asîmîlekirina xort û keçên Kurdan de rolek mezin û xirab lîztin û hîna jî dilîzin. Ew kesên ku heta îro jî belkî nikaribin çend gotinên Kurdî bînin cem hev, zimanê Tirkî kirin zimanê siyaseta PKK û ne tenê Kurdên bakur, herweha Kurdên başûr û Kurdên rojava jî hînî zimanê Tirkî kirin, Tirkî bi wan kirin wek şîr û şekir. Bi vê ve girêdayî, siyasetmedar û kadroyên ku di qada legal de siyasetê dikin, dîsa bi zimanê dijminê xwe, bi zimanê Tirkî Kurdayetî kirin û ev jî bû sedema ku zimanê Tirkî bandorek xirab li keç û xortên Kurdan bike û mejiyê wan ji Kurdî û hestên Kurdewarî dûr bixe, wan bêhtir bi Tirkî û Tirkan ve girêde.

 Li gora lêkolînên ku di vî warî de hatine kirin, her ku diçe zimanê Kurdî wenda dibe û bi taybet Kurdên bakur zêdetir bi zimanê Tirkî diaxivin û rehettir karin xwe bînin zimên. Hûn dev ji bajaran berdin, êdî li gundên Kurdistanê jî zimanê Tirkî rehên xwe bera nav dil û hinavên Kurdan dide û roj bi roj wan ji Kurdî û hestên Kurdistanî dûr dixe. Çima? Ji ber ku serok, kadro û rêberên ku pêşkêşîya wan dikin bi Tirkî diaxivin, di hinek televizyonên Kurdî de zimanê Tirkî ji zimanê Kurdî zêdetir derdikeve pêş, zêdetir pere dike, zimanê siyasetê Tirkî ye û tu xêr û berjewendîya wan siyasetmedaran di zimanê Kurdî de tuneye. Zarokên piranîya siyasetmedarên ku îro pêşkêşîya civaka Kurdên bakur dikin, yan bi temamî Kurdî nizanin, yan jî wek kerr û lalan nîv Kurdî û nîv Tirkî li nav hev dixin. Bi Kurtî; li bakurê Kurdistanê zimanê Kurdî di xeterê de ye. Li gora min sersebebê herî mezin jî helwesta wan siyasetmedar û pêşewayan e ku bi mejîyê Tirkî, bi zimanê Tirkî û bi navê bratîya Kurd û Tirkan siyaseta Kurdayetîyê dikin. Helbet dewleta Tirk asîmîlasyonê dike, ev karê wê ye. Lê ew siyasetmedar û pêşewayên ku girseya Kurd didin dû xwe û berê Kurdan didin zimanê Tirkî, ji asîmîlasyona dewletê xirabtir bandorê li civaka Kurd dikin.  

Berî çend rojan, Serokê Rêveberîya KCK Mûrat Karayilan, di derbarê zimanê Kurdî de helwestek erênî û Kurdewarî danî. Karayilan daxuyand û bang li Kurdên bakur kir ku “êdî di her qadê de, di her dezgehên dewletê de, bi zimanê Tirkî neaxivin û xwedî li zimanê Kurdî derkevin.”  Karayilan got ku “Heke ev dewlet dixwaze li Kurdistanê bi Kurdan re bijî, bê qeyd û şert divê tehamilî guhdarkirina zimanê Kurdî bike, yan divê vî zimanî hîn bibe, yan jî wergêran ji xwe re bibîne.”

Karayilan, girîngîya zimanê Kurdî bi netewbûnê ve girêda got ku “Divê em vê xwedîlêderketina zimanê Kurdî wek helwestek netewî bi pêş de bibin. Divê em bi Kurdî biaxivin. Çi kesê ku di dadgehan de bi Tirkî biaxive wê rêbaza welatparêzîyê binpê bike, divê herkes vê wilo zanibe. Ne tenê di dozên siyasî de, di her dozê de divê herkes bi Kurdî biaxive, bi Kurdî paraztina xwe bike. Banga me ji temamê Kurdan re ev e; divê her Kurd bi dadgehên dewletê re û bi hêzên dewletê re bi Kurdî biaxive. Divê em bi axavtina zimanê Kurdî ji xwe şerm û fedî nekin, ji bo me axavtina bi zimanê zikmakî şeref û xîret e, mezinatî ye û helwestek welatparêzî ye” û wekî din.

Mûrat Karayilan bi van gotin û daxwazên xwe şoreşek bi serê xwe kir. Û heke Kurdên bakur û di serî de jî kadro û siyasetmedarên PKK, KCK û BDP guh bidin Karayilan û di her qadê de zimanê Kurdî wek zimanê sereke bi kar bînin, ez bawerim wê ev şoreş bibe berberî bedelê şerê 30 salî.  

Karayilan, di dawîya axavtina xwe de gotinek pir xweş û di cîh de gotiye. Dibêje: “Êdî em zimanê xwe biaxivin ku hinekên din jî zimanê me qebûl bikin.”

Belê, rehmetî Mîr Celadet Bedirxan bilasebeb nedigot:

„Kurdino, heke hûn dixwazin xwe nas bikin, zimanê xwe bixwînin û bidin xwendin. Heke hûn dixwazin xwe bidin naskirin, dîsa zimanê xwe bixwînin û bidin xwendin.“

Ziman ne tenê nasname ye, herweha xwenaskirin û xwenasandin e jî…

About The Author