YÊ BAVÊ MIN BI QASÎ YÊ KEREKÎ BÛ!

 Herdu Kurd jî karsaz in û li Stenbolê dijîn. Yekcara dihatin ba hev suhbet dikirin, bi henek û laqirdî dema xwe derbas dikirin. Rojekê mijara suhbeta wan  li ser mezinayî  û biçûkbûna xiran (kîr) bû.

 Karsazê Sêwazî behsa çend xirmezinên devera xwe kir.Dor hate  yê Elezîzî, bi kelogirîn got “ Keko wexta dêya min mir, piştî wê bavê min di 60 salîya xwe de cardin zewicî ; jinikek ji xwe pir cîwantir anî. Min mereq kir hela bavê min dikare bine vê jinika cîwan  yan na .

Yê Sêwazî got “ Êê, tu çima digirî lo?

Yê Elezîzî got “ Keko min şeva ewil di  qula derî re li wan mêze kir, çi bibînim ? Tiştekî ecêb bû,  xirê bavê min bi qasî xirê kerekî bû, tu bawer bikî.

Yê  Sêwazî bi  ken got “ Estexfirila,wey sed maşelah!

Yê Elezîzî yekser girîya û got “ Çi maşela keko! Fiqara dêya min çiqas zehmet dîtîye, dibe ku ji ber xirê bavê  min bû ciwan çû ser dilovanîya xwe “ werhasil…

Yê Sêwazî got “ Na kuro dîn nebe, tu jin ji ber xirê mezin (gir) namire, ku wilo ba ji wê qulê zarok derdikevin; li ber zaroka xir pir biçûk dimîne ne wisa.

Li ser vê gotinê yê Elezîzî aş bû, girîn berda û kenîya.

Kurdên me antîke ne, bûyerên wisa diqewimin mirov nizane bêje “ maşelah “ an jî bigirî. Jîyana Kurdan tevlihev bûye, şahî û xemgînî bi hev re tê de cîh girtiye. Ev jî tiştekî taybete bi rastî, divê bê vekolîn we go çi ?

About The Author