Xuyaye mêr di gundê me de nemane!

Kilîlîlîlîlîlîlîlîlîlî,  wey mala xwedê ava rebbî! Çikir ji xwedê re, misilmantî gihişt ba Kurdên Sûrîyê jî! Qey ev jî Baba Nwêl diyarîya sersalê ji wan re anîye, ma çima law, qey heta niha Kurdên me li wir, kafir û mafir û kerafî bûn? De ne tevgerên islamî li Başûr û Bakurî welêt kirin tirrr, îcar dora Kurdistana Başûrê biçûk mabû!

Jinikê li gundekî, dûrî gundê mala bavê xwe mêr kiribû, demek dirêj jî di wê navê de derbas bûbû û tukes ji merivên xwe nedîbûn. Rojekê, yek ji gundê wan diçe gundê mêrê wê, jinik jî li ser rewşa gund û mala bavê xwe jê dipirse, mêvan jî lê vedigerîne: “Welleh hemî baş in, lê Heso kirine muxtarê gund.”

 Xuyayê Heso jî mirovekî ji hemî xelkê gundî kêmtir û paşketîtir bû. Dema ev xeber kete guhê jinikê, hema bi qêr got: “Pepûûûûûk, xuyaye mêr di gundê me de nemane, lewma Heso kirine muxtar!”

Ez bi wan çarçefên serên jinên kurê Ladin kim, ku termê wî kirin nêçîra masiyên nava deryan û bi rîş û şaşika Emîr-Almuminîn, serokê komela Islamî ya Başûrê kim û bi ya Mele Kirêkarê Norwêcî jî kim, ku serokê têrorîstên şikeftên Twêlle û Biyare bû û bi gora bavê pisîkê jî kim, ku êdî Kurdên Sûrîyê jî wê raste-rast bi şewba çêlek, beraz, mirîşk û meymûnan bikevin û lotik û zîtirkên bê dîn û îman li rebenên jinan xin. Wê desmal û çarçefan di qirikên wan de bijdînin û horî û morîyan jî li wan xort û lawên kezebşewitî belav bikin, îca wey li wî yê ku navê xwe zû qeyd neke!

Law ezê yek şîretê li xort û keçên Kurdên Sûrîyê bikim: Li ser partiyên xwe bimînin, gelekî baştire, hûn hînî derewên wan bûne, ji wilo zêdetir nikarin derewan li we bikin, lê ku rîşdirêj ketin nava we, wê kerên we li kwîrên we biqelibînin, wê wek dijmin, 3000m di we de bibin û nahêlin hûn ji xwe jî derxînin!

Dibêjin carekê keşe û meleyekî xwestin bi hev bilîzin, erê loooo…çend lotikan li hevdû xin! Mele got: “Dora min” Keşe got: “Na bi namûs dora min.” Yek ji vî, yek ji wî, rabû mele ji keşe re got: “Yabo bera dora te be, tevdîr.

Keşê min û te, xaç ji histuyê xwe avêt û wek boxê beranan xwe avêt ser melê, hema melê got: “Yaaa Îîsa!”

 Feqîrê keşe dema navê Îsa bihîst, hema ji tirsa hemî laşê wî lerizî û wek qazîmazî, xwe ji ser pişta melê qulopazî erdê kir.

Bû dora melê. Keşe di dilê xwe de got: “Ma ezê jî bêjim yaaa Mûhammed, wê mele ji desthilanîn bikeve û ezê ji vê belê rizgar bibim.”

 Melê bê îman, çend qulhûwellahûehed xwend, cibe avêt alîkî, şaşik avêt alîkî û xwe bi keşe ve zeliqand. Keşe got: “Yaa Mûhammed!”

Mele jî pêre got: “Allahûmme selî ala Mûhammed!” û bêbavo hişt ku devê keşe gaz û nîvekê ji hev vebe!

Îcar law hûn dibin hevalên kê, ne xem e, tenê nebin hevalên rîşdirêjan û hew.  Bi xwedê dek û dolabên bê sînor in, heke xwe bi we ve bizeliqînin, wê ji keşe xirabtir bînin sere we wîî!

About The Author