Ziman, man û neman e!

Dema em dibêjin, bêyî ziman netew nabe netew; netewek bi zimanê xwe dibe netew, qerf û henekên xwe bi me dikin û vê nêrînê pir nizm, kêm û bê wate dibînin.

Dema em dibêjin, zimanê xwe fêr bibin, bi zimanê xwe xwe bînin ziman, dibêjin, `Ehh! Ma her tişt ziman e? Mirov xwe çi hîs bike, mirov ew e; lewma jî ez xwe Kurd hîs dikim û ev jî ji bo min bes e.`

Em dibêjin yabo heyran dema ziman tune be di navbera te û tirkan de, di navbera te û ereban de, di navbera te û farizan de tu cudayî tune, lewma jî ev şer û bevçûna di navbera te û wan de jî bê wate ye. Bi gotineke din, ev nakokiyeke mezin e.

Wek tu ji dîwêr re bibêjî. Tew belika guhê wan jî xwêdan nade.

Madem ku ziman ne girîng e, naxwe ka hûn ji min re nabêjin, ev şer, pevçûn, zindan, surgûn, belengazî, xizanî ji bo çî ye?

Madem ku ziman ne girîng e, naxwe çima em her roj çavê hev derdixin û jiyanê li xwe, li derdora xwe dikin dojeh?

Yan jî ka were em pirsên xwe biguherin.

Madem ku bi salan e têkoşînek heye û didome, li her qada jînê raperînek heye, çima zimanê me bi me xerîb tê?

Çima dema em bi zimanê xwe dipeyivin xwe kêm, biçûk, gundî û nizan dibînin?

Çima em ketin kemîna dijmin û me zimanê xwe ji xwe xeyidand?

Berê dema em ji bilî zimanê xwe bi zimanekî din dipeyivîn, wechê me soromoro dibû, me ji xwe fedî û şerm dikir. Niha jî dema em di civatekê de bi zimanê xwe dipeyivin em soromoro dibin, gelo hûn ji min napirsin çima?

Haa! Biborin! Ziman ji bo we ne girîng bû…

Welat dayik e. Yan jî dayik welat e…

Ev şibandin ne belasebeb e. Yên bingeha netewan û welatan datînin dayik in. Dayik bingeha kesayetê ye.

Zarokek bi perwerdekirina dayikekê, xwe nas dike û jiyanê fêr dibe. Di jînê de perwerdekar û masmosteya yekemîn dayik e.

Berê dayikên Kurd hebûn, tif zimanê zarokên xwe dikirin û ew fêrî zimanê xwe dikirin. Ew zarok, li ser koka xwe mezin dibûn û xwe û rûmeta xwe diparastin. Zimanê dayika xwe li ser her tiştî re ditînin û digirtin. Ziman dibû rûmeta wan.

Her ku çû guherî…

Berî me, dijminên me ev rastî dîtin û nas kirin. Fêhm kirin ku li ser bingeh û esasekî zexm û saxlem bircên xurt lê dibin, lewma jî diviyabû ev bingeh û esas pûç bibe.

Bi politîkayên xwe yên cûrbecûr, bi dibistanên xwe (Tew dibistan mijara nivîsareke din e), bi dek û dolabên xwe, bi derewên xwe, bi televîzyon û pirtûkên xwe û bi tevger û rabûn û rûniştandinên xwe yên qaşo nûjen dayikên me dîl girtin. Dayikên me bera pêxîla me dan û bi rêya dayikên me em jahrdayî kirin.

Dibêjin:

`Ji bo pêşerojeke baş û bi rûmet divê em zarokên xwe baş perwerde bikin`

Bi ya min, ev çû xwê. Yanî tu girîngiya vê gotinê nema. Bi nav destê me de teqiya. Bi nav destê me de teqandin.

Niha ez tezeke din radixim pêş çavên we:

Ji bo pêşerojeke baş û bi rûmet divê em dayikên xwe perwerde bikin.`

Dayikên me hêdî hêdî ji destê me diherin gelî canik û camêrên Kurdewar û Kurdistanî. Dê ne xema dayikên me ne, zarok bi zimanê xwe peyivîne yan bi zimanekî din. Dev ji vê berde, êdî dayik bi xwe ji zimanê xwe bi dûr dikevin û ew û zarokên xwe bi hev re bi zimanekî ku hastên wan tê de li xwe digerin dipeyivin.

Ji bo tu bi dijminê xwe re şer bikî, divê tu kesayetên baş biafirînî ey hevalên welatperwer!

Di her qadê de ev şert û pêwist e.

Ji bo kesayeteke baş jî bingeheke xurt divê. Ew bingeh jî ziman bi xwe ye welatperwerino!

Dema Kurdek zimanê xwe fêr bibe, wê bêtir hurmeta wî/ê ji Kurdayeta wî/ê re çêbibe. Kurdekî/e xwedî kesayet, an jî Kurdekî/e Kurdewar di her qadê de wê xurtir û dilsoztir xwe û rûmeta xwe biparêze.

Bila kes ji min re çîrok û çîrçîrokan nebêje.

Bila kes ji bo berjewendiyên xwe yên şexsî bi rûmeta netewekî nelîze û kesî jî nexapîne.

Êşa Kurdekî/e Kurdewar û Kurdekî/e ne Kurdewar tu carî ne yek e û nabe yek welatperwerino!

Û heta ez ê lingê xwe piçekî din radim û zimanê xwe jî çepel bikim. Kesên ne Kurdewar û ne Kurdîhez, ji kerema xwe bila rûnên li malên xwe, li nav zar û zêcên xwe. Teqez wê karekî din hebe ji bo hûn bikin debara xwe û zar û zêcên xwe…

Roja ku desthilatdarî têkeve destê Kurdîhezan, wê tirk, ereb û fariz bi xweber xatir bixwazin ji welatê bav û kalan…

About The Author