Êdî Clay jî li pişta kek Nêçîr e

Kek Nêçîrvan Barzanî ji alî Kurdan ve tê hezkirin. Bi taybet xelkên Hewlêrê pir jê razî ne û ji xizmeta wî re heyran in.

Li gora lêkolîn û lêpirsînekê, xelkên Hewlêrê dixwazin ku kek Nêçîrvan Barzanî rojek berî rojekê bibe serokwezîr û ji vir û ba xwedê ji wî û ji xizmeta ku wî kiriye razî û dilxweş in.

Di dema serokwezîrtîya kek Nêçîrvan de bajarê Hewlêrê pir avadan bû, têkilîyên pir pêşketî bi dinyayê re danîn û bi awayekî şarezayî Kurd bi dinyayê dan nasandin, têkilîyên Kurdistanê û dewletên dinyayê germ û nerm kirin. Ji ber vê, Kurd dixwazin ku Nêçîrvan Barzanî dîsa bibe serokwezîr û di xizmeta Kurd û Kurdistanê de be.

Axir, tiştê herî xweş ku heta îro nehatiye bihîstin, dibêjin lotikvan û boksorê bi nav û deng Mihemmed Elî Clay, lepikê xwe yê boksê îmze kiriye û daye kek Nêçîr. Li ser bextê Merîwan Neqşebendî be, li gora ku rojnamevan Merîwan Neqşebendî di rûpela xwe ya Facebookê de nivîsîye, Mihemmed Elî Clay lepikê xwe îmze kiriye û wek diyarî ji kek Nêçîrvan re şandiye.

Lê çima jê re şandiye hûn zanin?

Dibêjin Mihemmed Elî Clay pê hisiyaye ku li Kurdistanê gendel, diz û keleş pir bûne û divê rê li ber wan diz û keleşan bê girtin. Ji ber vê, lepikên xwe ji kek Nêçîr re şandiye da ku dema kek Nêçîr bibe serokwezîr, bi wan lepikên bêîman pişta wan diz û keleşan bişkîne û ser û çav li wan biwerimîne.

De li ser xêrê be rebbî û xwedê xêra Mihemmed Elî Clay binivîsîne.

De haydê kek Nêçîr haydê!

Rojek berî rojekê bibe serokwezîr û vê tirrê ji gendel, diz û keleş û ji fitne û fesadên ku nîfaqê dixin navbera Kurdan re nehêle kaka!

Hewlêr

 

About The Author