Hûn ji Kurdan çi dixwazin?

Rojnamevanê bi nav û deng Ahmet Altan, di nivîsa xwe ya dawî de dîsa bombeyek di nav lingên Tirkan de teqand û imana wan teneke kir.

Birêz Altan bang li Tirkan dike û ji wan dipirse: HÛN JI KURDAN ÇI DIXWAZIN OXLIM?
Kurd dibên wekhevî h
ûn qebûl nakin
Kurd dibên emê veqetin h
ûn devê tivingê şanî wan dikin
Qet h
ûn ji xwe napirsin ku ev sîh sale ji bo çi Kurd derdikevin serê çîyan? Ma bi rastî weke hûn dibêjin hemû têne xapandin!
Kurd ji
bo azadîya xwe derdikevin serê çîyan.
Doh bi bombeyan we sîh
û pênc canên Kurd perçe kir, îro sersalê hûn kêfa xwe dikin.
H
ûn ne di şahîyê de û ne jî di şînê de bi Kurdan re ne
Hûn dixwazin
go hûn beg bin û Kurd jî xulamtîyê ji we re bikin? Hûn vêna baş zanibin go Kurd vêna qebûl nakin û pelûlê bi serê Tirkan dadike.

Bi vê nivîsê, em nizanin gelo vê hişê Tirkan hinekî bê serê wan an na!
Xidir û Mehmûd li bajarekî Ewrûpa li otelekê mêvan in.Êvarê gava dadikevin xwarinxanê, rastî du kesên qûnde (Homo) tên.

Di navbera wan  de dan û standin çêdibe, xwe bi hev didin naskirin.Yek ji yên qûnde dibê ez Tirk im, Mehmudê me jî dibê em jî Kurd in.

Gotin hevdu dikşîne, yê qûnde dibê: Ez ne li dijî Kurda me, Kurd jî neteweyek e,mafê wan heye ku ew jî wek hemû netewan bigihijin azadîya xwe”.

Dema weha dibêje, kêfa Mehmudê me geleki ji gotinên wî re tê,radihije destê wî û dibê: Keşke bütün Türkler senin gibi olsa bu mesele rahat cözülürdü (xwezi hemû Tirk wek te bûna wê mesela me bi hêsani bihata çareserkirin)

Hema Xidir destê Mehmûd digre, wî bi xwe re dimeşîne û jê re dibê: Tu zane, nema pêwîste em Kurd tekoşina siyasî û a çekdarî bidin, emê li hêvîyê bin ku hemû Tirk bibin qûnek, çaxê wê mesela me ji berxwe ve çareserkirin ellawekîl.”

Mehmut dibê: “Çawa ne pêwîste lo?”

Xidir dibê: Kuro Mehmûd! Ma ne te niha ji qundeyê Tirk re got “xwezî Tirk hemû wek te bana lo”.

Heşayî te birêz Altan, sed carî heşayî te!
Em wek Mehmûd nabên hemû, lê xwezî ji sedî deh Tirk wek te bifikiryana, him wê ev mesela me bihata çareserkirin, him jî  Kurd û Tirk dikarîbûn bi hev re biratîyek rastî bikirina û xelas….

About The Author