Birûxe Erdogan

Erdogan, ev şerê bixwîn yê li dijî Kurdan li Kurdistana Tirkiyê daye destpêkirin û navê wê jî daniye “şerê dijî terorê”. Bêguman, Erdogan dixwaze bi vê yekê, raya giştî ya cîhanê li hember komkujiya Kurdan û operasyonên artêşa Tirk di bin ala hikûmeta wî de li Kurdistana Tirkiyê pêk tîne, bixapîne. Dixwaze bi terorîzekirina maf û daxwaziyên Kurdan, êriş û kuştina li dijî Kurdan li nav civaka navdewletî de rewa nîşan bide.

Gerîlayên Kurd, li wî welatî bo bidesthînana azadî û mafên miletek 25 milyonî, ku ji aliyê desthilatdarên Tirk ve tê înkarkirin, xebat dikin. Di vir de, mirov dipirse, madem kuştina mirovekî, sûc û kareke terorîstî tê hesibandin, çima dema gerîlayên Kurd bo parastina mafên gelê xwe, serbazekî Tirk dikujin, dibin terorîst, lê dema dewlet, ne tenê bi sedan gerîla bi sedan welatiyên sivîl jî bikuje, jê re terorîst nayê gotin?

Heke teqînek li bajarekî Tirkan rû bide û çend Tirk bên kuştin, medya, bala hemû cîhan dikşînin ser wê bûyerê û wek karekî qirêj bi nav dikin. Lê dema sûceke pir mezin li deverên Kurdan rû bide, wek bûyereke normal û hinek car jî wek çalakiyek leşkerî li dijî terorê didin nasîn. Ev bûyer bo me hemûyan girîng e, ji ber ku heke em bêdeng bin, kuştina Kurdan bi hêceta terorê pêş dikeve. Erka me ya exlaqî, berpisiyariya me ya netewî jî ew e ku divê pêşiya van komkujiyan bigirin.

Em li vê beşa Kurdistana ku bi Iraqê ve hatiye zeliqandin, dema gundekî me dihat xirabkirin, yan dema em dihatin enfalkirin, me gazinde li cîhana îslamî û erebî û raya giştî ya cîhanê dikir. Me digot, hûn çima li hember van bûyeran bêdeng in û çima çavên we nabîne? Lê niha em bixwe pêwîste li hember sûceke wiha de çi bikin? Serkirdeyên Kurd bo kuştina 10 serbazên Tirk, sersaxiyê bo rayedarên Tirkiyê dixwazin û nîgeran dibin, lê ma niha ne dema wê ye ku em li hember komkujî û reşkujiya Kurdan li Kurdistana Tirkiyê, helwestek tundtir nîşan bidin û ji cîhanê re jî bêjin?

Ma em nikarin li her derê cîhanê, li hember balyozxaneyên Tirkiyê kom bibin? Ma em nikarin Kurdên Tirkiyê teşwîq bikin ku li Stenbolê dest bi xwepêşandaneke milyonî bikin û daxwaza çûyîna Erdogan bikin? Ma îro ne serdema şoreşa miletên mezlûm ye? Ma bihara erebî bahozek nîne bo bidestxistina maf û azadiyên welatiyan li herêmê?

Divê hêzên siyasî û Kurdên hemû beşên Kurdistanê û di serî de jî, Herêma Kurdistanê, bi hestek berpisiyarane û netewî, li dijî van bûyerên xeter derkeve û bi plan tevbigere.

Tu wextek wekî niha baş nîne ku Kurd bala cîhanê bikşînin ser xwe û piştevaniya cîhanê qezenc bikin û li hember vê zilmê şer bikin. Ji ber wê jî, divê Kurd li hember vê yekê, xemsar û xwînsar nebe, divê wisa li dijî vê zilmê derkeve ku bibe ders bo her kesên ku dixwaze zilêmê lê bike.

Îro derfetek baş bo Kurdên Kurdistana Tirkiyê ku dest bidin destê hev û xwepêşandanê bikin û daxwaza rejîmek demokratîk û azadî û mafên xwe bikin. Lê ev gav, pêwîstî bi alîkarî û piştevaniya me heye. Divê serkirdeyên me ji wê netirsin ku parastina miletê xwe li Kurdistana Tirkiyê bikin. Divê em vê jî bizanin ku bêdengiya me dê bibe serdema pêşketina komkujiya Kurdan ji aliyê Tirkan ve.

*Arif Qurbanî, rojnamevanekî serbixwe ye.

AKnews

About The Author