Meclîsa Tirko bû avdestxane

Serokwezîr kasimpaşalî Receb, di civîna grûpa partîya xwe de bû pizot û agir û wek gurê har êrîşî BDP û CHP kir. Bawerim cara yekem e ku Recebo di civîna grûpa partîya xwe de, hem jî di meclîsê de, behsa tuwalet û avdestxanê dike. Receb beg rêya avdestxanê vekir û xuyaye wê ji îro û pê de herkes di meclîsê de devê xwe bilewitîne û behsa avdestxanê û hetta behsa gû û mîza hev jî bikin.

Kasimpaşalî Receb, berê spasdarîya serekerkanê artêşa Tirk kir çima ku 35 Kurd kujtine û ew pîroz kir. Herweha Serokê nîjadperestên Tirkiyê Dewlet Bahçelî jî heman helwest danî, kujtina 35 Kurdan rewa dît û kêfa xwe pê anî.

Recebo piştre çavê xwe girt û devê xwe vekir, êrîş li ser êrîşê bir ser BDP, bersiva Selahattîn Demîrtaş da û got: “Ûlan oxlim, tu temsîla kê û çi dikî lan? Tu bi navê kê diaxivî ha? Hûn bêyî efendîyên xwe (bêyî PKK, KCK û Ocalan) nikarin biçin avdestxanê û têr tirr û fisan bikin ewladim, hûn kê parçe dikin hi” û pêde çû.

Balkêş e, BDP î bêyî efendîyên xwe (ji qewla Recebo ve ha, ne ez dibêjim) nikarin biçin avdestxanê û xwe rehet bikin, AKP î û Recebo jî bêyî Fethûllah Gulen û cemeetê nikarin destnimêj bigrin û têr bimîzin. Îcar ev bû çi yabo?

Ez serê we neêşînim, polemîk û raberizandinên navbera AKP û BDP wek tenûrê disincire û bi mîrkutan rabûne ser serê hev. Îcar wê kî doxînê li kê sist bike, wê kî pêşî xwe bighîne avdestxanê ez wê nizanim. Lê ez zanim ku zimanê Erdogan her ku diçe dilewite û Erdo beg sedî sed paşûpê li kerê siwar bûye, ew jî nizane bê berê xwe daye ku û bi ku de diçe..

Stenbol

About The Author