Dozgerên Kasimpaşalî darek xistin wî jî

Balkêş e, kesî di xewna xwe de jî bawer nedikir ku wê rojekê desthilatdarîya siyasî lotikek qerase li serekerkanê artêşa Tirkiyê bixe û berê wî bide girtîxanê. Nizanim ne ev elametên roja qiyametê ne, ne jî taktîk û maktîk in. Lê ez zanim ku dozgerên Kasimpaşalî Receb girtîxana Sîlîvrî ji general û orgeneralan re kiriye xan û otêl, xana generalan.

Belê, Serekerkanê Artêşa Tirk Îlker Başbûg jî hat girtin û av çû bin qûna wî jî. Başbûg ê ku ji çek û sîlehên çeteya Ergenekonê re digot “lûle û teneke” ne û ji belge û delîlên fermî re digot “parçeyek kaxez “ e, niha di girtîxanê de ling avêtiye ser ling û ketiye nav xewn û xeyalên berê, dema serekerkanîya xwe tîne bîra xwe. Başbûg ê ku poz û bêvila wî nîv weqî bû (nîv kîlo bû), wek ciwangeyê nav garanê êrîşî vir û wir dikir û herkes tehdît dikir. Lê dozgerên Kasimpaşalî Receb wek moz û kermêşan pê vedan û ev tirr jê re nehiştin. Îlker Başbûg, dema ku li Kurdistanê wezîfedar bû, bi sedan gundên Kurdan hatin şewitandin û bi hezaran jî Kurd bi fermana wî hatin qetilkirin. Oxlim qatilek ji qatilên serê milletê Kurd bû.

Axir,  meselokek heye, pir xweş e ku mirov li ser girtina Îlker Başbûg binivîse.

Dibêjin li gundê Şerefikî (Diyarbekir) heciyek bi navê Heçiyê Şerefikî hebûye.

Çi kesê dema ku bimira, hecî diçû ber serê wî û digot: MIN BI TE VE RÎT, TU JÎ ÇÛYÎ!

Dibêjin, gundî tev biryara xwe kirin yek û gotin: Gava hecî jî bimre. em ê jî herin jê re bêjin „ME BI TE VE RÎT, TU JÎ ÇÛYÎ.“

Dibêjin Hecîyê Şerefîkê kal bû, nexweş ket û gundî xwe hazir dikin ku herin jê re wisa bêjin. Ha ku gundiyan dît, kurê hecî wa ye bang dike û dibêje:

Gelî gundiyan, bavê min dibêje, bila gundî tev werin, wesyetek min heye ez ê li wan bikim.

Gundî tev çûn ba hecî û hecî gote wan: GELÎ GUNDIYAN WE BI MIN VE RÎT, EZ JÎ ÇÛM!

Îcar hêjaye ku Lotikxane jî bêje Başbûg: „Wele me bi te ve rît, tu jî çûyî tirrooooooo!“

About The Author