GAZINA MIN QÎRÎNA MIN E

Ez bûm ji dayika xwe mezin bûm

Meşîm di rêçekê de mîna agirê cehenemê

Mîna rêçka zebanîyan, cilê li min bûn awirek ji agir

Sûnd li min bû risas

Ez bûm mîna nêçîra li ber xefka nêçîrvan

Laşê min bû xwarina li ser mewlûda gûr û hirça

Ez bûm wek dasîkî di bejna masîyê behra Wanê

Ketim bin qûma sitarê

Şîn bûm mîna gula Laleş

Tev li birûska azman bûm

Rengê min ji ava arî û zelal

Nabêjim erê ji çewtîyê re, min sûnd xwar.

About The Author