Avdilê Bedro tilya xwe kir kulmozê

Nanê sêwiyan di qirika Abdilê Bedro de ma

Hîna gava apocî li Sûrî herî xurt bûn, li şamê malek li ser navê Avdilê Bedro nivîsandin. Qaşo Avdile hevalê Apociyan bû, xweya dike timatî kurkuj e, xalê Avdile çavê xwe berda malê Apociyan û got bi telaq ez vî xanî nema didim apociyan. Apociyan gotin qurban heyran ev malê şehîdaye û weraqe weraqe me ji nava vî gelî daye hev, hevalê me xwîna xwe rijandine û em tu cara li malê xwe nabihurin. Dîsa xalê Avdile go bi telaqê bê fitû ez nema didim. Apociyan got kuro lawo tu tilya xwe dikî qula kuwarê oxlim, li ser dûvê xwe rûne. Dîsa li serê xwe siwar bû û got tiştê ji qula we bê bikin û ha ev qûça we.

Apociyan jî nemerdî nekir û di sala 2005 an de çend gule berdan xalê me Avdile, mina pisîkan heft rih ji wê birîndariyê filitî. Dîsa xalê Avdile li serê xwe siwar bû û got jina min ji min berdayî be ez nema xanî didim û xwedê ji min û wan re mezine.

Wê çaxê kurê wî Nîdal di nav Apociyan de bû, lê  sir û serma sivistanê tehmûl nekir û vegeriya malê û hîn bêhtir bavê xwe li xanî tûj kir. Apociyan kir nekir xalê Avdile razî nekirin ku malê wan bide wan.

Di vê mehê de Apocî rabûn komîtak avakirin ji bo  herin ba Avdile, li malê xwe bipirsin û berî 3 rojan ew komîte çû ba xalê me Avdileh, doza malê partiyê lê kirin û gotin: Kuro lawo ev mal bi zat cihekî wê yê taybet li ba me heye, serokê me berê tê de bû, em hêvî û sed hêvî ji te dikin li serê xwe siwar nebe û malê me  bide me. Dîsa xalê Avdileh xwe dagijgijand wan û got rabin û ji mala min biqeştin, tiştekî we li ba min tune û cihê ku destê we bighiyê serê xwe têxinê û hûn û partiya xwe bê minet in, tiştê ji qula we bê teqsîr nekin û dan ber sînga xwe heya bi devê derî.

Kurê wî Nîdal jî gava dibîne ku ew û bavê wî li devê derî ne, hema demançê bera wan dide û çend gula li hevalekî Apociyan dixe û birîndar dike. Hevalê xwe direvînin û diçin piştî sê rojan îca tên tola hevalê xwe û sê kurên xalê me Avdile dikujin (Nîdal,Ahmed û Amar) û Avdile bi xwe jî birîndar dikin. Ma tu li vê digeriyayî  Avdile effendi? Ica  xanî wê ji kê re bimîne. Ev lolo ye hîn lêlê bi şûnde ye.

Min telefûn da welat û min pirsî: Ka Apocî ji bo vê meselê çi dibêjin?

Dibêjin bi telaq ku  hevalê me şehîd bikeve em zarok û jinan jî di mala Avdile de nahêlin. Ica duha bikin ku tiştek bi hevalê me neyê ji bo hinek ji sulaleta Avdile bimîne.

Kuro xalê Avdile, Amîrîka nikare Apociyan, Tirkî bi mezinbûna xwe ji ber wan dike haho, îca tu bi wan re dikeve qayîşê ha!?. Bi qurhana ser sênga pêxember, ji nîvê rê jî veger kar e, malê wan bide wan û xwe ji vê belayê bikire, her wiha jî duha bike ku tiştek ji hevalê Apociyan neyê.

Min got ka biraderên PYD çi dibêjin û min telefûnî hevalê PYD kir, wan jî Got: Na yabo na, ma em yê kuştina ne, tu têkilya me ne ji nêzîk û ne ji durve ji vê  meselê tune û kuştin miştin nenkarê me ye.

Ica hinek jî yên mina Kurdo û yên wek wî tilya xwe dikin kulmozê, xweya dike Kurdo hîn gunikreşên Apociyan  nedîtine û bi wan re dikeve qayîşê. Weleh yabo ez bi xwe xwe  nakim vê rêzîkoyê û ez nabêjim yê ku malê Apociyan bixwe şehîd e, bera yên mina Kurdo gunik mezin bêjin, ji ber meclîsa Stenbolê li pişta wî ye, yê min rebenê xwedê kes nabê rehma xwedê jî lê be ellawekîl….

Xwedê me bistirîne, mesele germ bûye Alah hume tuhfizna min el  bela…..

ahmedeberazi@yahoo.de

About The Author